Posts mit dem Label Kurdî werden angezeigt. Alle Posts anzeigen
Posts mit dem Label Kurdî werden angezeigt. Alle Posts anzeigen

Mittwoch, 18. Juli 2018


Her kes û her tişt bêdeng û bêçare!..  / Çîrok




XELÎL DALKILIÇ

Hewa sar, her kes bêdeng û li şûna xwe hişk bûyî. Ti kes li rûyê kesekî mêze nake, naxwaze mêzeke. Ji rûyên ku ji ber sermaya zozanan sor bûyî heman wate xwe dide de; hêrs û bêçaretî…

Her kes bi derûnî ji her tiştên li derûdorê, ji cîhanê qut bûye. Her kes û her tiştî xwe berdaye nav notayên newaya senfoniya bêdengiyê. Ava ku diherike û di Kunavê de wenda dibe, kuç û kevir, her reng û cûre çîçek û kûlîlk û bayê ku bi ahengekê hemû giyayan şeh dike, ji bo ku dengê xwe dernêxin, di nava hewildaneke bêhempa de ne. Her kes û her tişt li şûna xwe şaş maye, bêdeng e û nalive…

Dengek vê senfoniyê, senfonîya bêdengiyê temam dike. Qêrînek a ku her kes û her tişt neçarî bala xwe dide wê; hevaal, hevaaal…

* * *

Şevreşiyek, çav çavan nabîne… Qasî deh metre li pêş, di bin zinarê mezin ê ku ji ber tava hîvê, mîna ku li ber ronahiya rojê siyê lê daye, tarî û şevreşî û qêrîna Seyîdxan. Bêdena wî xuya nake, lê dengê wî ruhî ji her kesî û ji her tiştî dikişîne. Ên ku dixwazin xemê jê birevînin, wî teselî bikin gişt li şûna xwe hişkbûyî û cemidî ne. Nizanin çi bêjin, nizanin çi bikin. Bi hevdu re hinek tiştan dibêjin, pilepil dikin, mirmirînin, lê tiştek ji gotinên wan nayê famkirin. Ti kes ti kesî fam nake. Gişt bi Seyîdxan re heman êşê dikişînin, xwe bi xwe dixwin lê nikanin êşa wî hinekî kêmtir bikin û jê re bibin derman. Tenê nûnînî, mirmirî, xemgînî û bêçaretî...

 Wê kêlikê xêlî û rûpiştên ku civakê li wan kirî, libat, rol û şêlên ji derûdorê hatine standin, gişt li ber bê û li ber qîrîna Seyîdxan dikevin, diçin û wenda dibin. Ew ên li wir gişt, li bin tava hîvê, li ber şevreşiya biniya zinarê li kêleka Kunavê bi dengê Seyîdxan tazî û rût, pîr û pak, tenê wek xwe ne. Seyîdxan ji hemû rûpiştiyan rizgarbûyî diqîre, ên derdorê gişt stûxwar, xemgîn û bêçare…

Li ser êvarê nikanîbû xwe ji helîkoptêra êrîşê ya ku agir jê dibariya veşêre. Roketa ku ji helîkoptêrê hate avêtin lingê wî yê çepê ji bedena wî qut kir. Heta ku şevereş bibe, helîkoptêrên êrîşê, esker û qoriciyên derûdor girtî vekêşin, Seyîdxan di bin wî kevirî de nelivî û ti kesî jî nekanî alîkariya wî bikira. Belkî jî nîvê xwîna canê wî herikîbû axê û ava Kunavê.

Qîrîna wî tenê gotinek bû; hevaaal, hevaal!..

Ne navê dê û bavê xwe anî serzimên, ne jî navê xwedê qîr da; xeynî kesên li cem wî ti kes û ti tişt nehat bîr û ser zimanê wî; tenê qîrînek; hevaaal, heval!... Xwe tenê spartibû himbêz û zenûniya wan a bêçare, çavên wan ên şil, dest û piyên wan ên bêliv. Bangek, bangeke wek gazinekê... Herkes bi qîrîna Seyîdxan a sîtemkar re veciniqî û lerizî. Her kesên li wê derê wekî ku di bin barekî pir giran ku her diçe girantir dibe de stûxwar û bêhal.

* * *

Di wê kêlikê de wî jî li hêla pêş a Kunavê hewil dida ku Seyîdxan bibîne. Ji ber ku di pevçûna ku piştî nîvro rû dabû de zindî mabû û Seyîdxanê li cem wî lingê xwe wenda kiribû. Ketibû psîkolojiya xwe sûcdarkirinê. Bêçaretiya li hember qîrîna Seyîdxan hên bêhtir ew diheland. Di bin tava hîvê ya ku hêstirên ji çavan dadiketin xwarê û li ser dêman dibiriqiyan de hişê wî hemû wateya jiyan û zindîmayîna xwe ji bîr kir, bû wek kesekî tikes. Bi hêrs çavên wî tijî bûn, hestên wî tevlîhev…

Çavên wî dîsa di siya tava hîvê, di nava qelebalixa dimirmirî de li bedena Seyîdxan geriya. Li şûna xwe hişk ma; ne dikanî derbasî hêla din a avê be, ne jî dikanî ji seremoniya ku bi qîrînekê her kes dimir, xwe dûr bixe. Bi her qîrînê re cirifî, veciniqî, heliya, mir û mir.

Di kêlika ku her kes û her tişt kerr û lal bû û bi çavan deng dikir de tenê ew qîrîn bilind dibû; hevaaal hevaal!..

* * *

Zozan sar in, şevên zozanan ji ber sermayê jahr in. Li wê sermayê bêliv û bê tevgerî êşkence û mirin e. Bi hestên tevlîhev, bêhn distand lê ji her kes û ji her tiştên derdorê, ji jiyan û cîhanê qûtbûyî, bêwate û bêliv li şûna xwe wer sekinî. Ne sermaya wek jahrê hîs dikir, ne jî gûvegûva bayê kûr. Bi hest, hîs û canê xwe wekî ku ketibû bedena Seyîdxan. Bi wî re diêşiya, germiya xwîna Seyîdxan a ku ji lingê wî yê ji biniya çokê ve qut bûyî diherikî, hemû bedena wî jî germ dikir. Li şûna xwe wer sekinî, nelivî; bêdeng, bêçare…

Hesret, şadî û êşên ew kesên li serê çiya û zozanan, li asoyên bêsînor ên ku erd û ezman digihîjin lê însan nagihîjin hev dimeşin sade, saf, bêderew û pîr û pak in; mîna çîroka Kurdan a resen… Heta vî serdem û çaxî nîvê jiyana Kurdan li zozanan derbas bûye, ji ber wê nîvê çîrokên Kurdî qala zozanan dikin. Tim û tim ji neyaran, ji derewkaran, ji talankeran xwe spartine zozanan, war û mekana herî nêzikî ezmên. Li zozanê însan xwe wer hîs dike; wekî ku destê xwe hinekî jor re dirêjke wê bigihîje ezmên, hinekî hewil bide wê bifire, mîna li Feraşînê…

* * *

Her tişt tê parvekirin, lê êş na, meriv bixwaze jî nikane. Êşkêş xwezayî, însanî, bêhesab tenê himbêzeke ku xwe bispêre; an dê, an bavê an jî ya hewreyê xwe digere; mîna qîrîn û sîtema Seyîdxan…

Heval were, heval here!.. Hezkirin, pesindayîn, hêvîkirin, hêrsbûyîn, sîtemkirin gişt ji wî an wê re. Dê û bav, xal û xaltî, met û ap, zarok û nêvî, bapîr û dapîrê Kurdan gişt bûn heval û hewrê, parçeyek ji kezebê û ji dil… Mîna hevaltiya Ehmedê panzdeh salî yê ku hemû malbata wî hatine kuştin û Dijwarê pêncîûheşt salî yê ku ji ber zilma neyar neçar mayê xwe spartiye himbêza çiya û zozanan; di sermaya zozanê di bin kêfiyekê de pişta xwe didin hevdu û bi parvekirina germiya bedenên xwe hevdu germ dikin…  Tê gotin ku însan dema tenê bi serê xwe dimîne dibe wekxwe an bixwe. Dost, ew kesên ku meriv li cem wan dikanin bixwe û tenê dimînin in. Heval û hewrêtiya Kurdan a nûjen jî werg e; jidil, bêhesab, sade, mîna ku însan bi serê xwe bi tenê be...

* * *

Û careke din qîrîna Seyîdxan a biêş; hevaal, heval!..

Wî bi xwe Seyîdxan zêde nas nedikir, meriv dikane bêje; qet nas nedikir. Rojek berê li ser Kunavê bi hev re bi qirşikan çayek kelandibûn. Piranî caran nebe jî, wê çaxê şekirê wan jî hebû û bi hev re kêyfa çaya bi şekir kiribûn. Di sohbeta çayê de pirsek tenê lê kiribû û gund û bajarê wî pirs kiribû; Seyîdxan gundiyekî Qilabanî…

Di wî sohbetî, di kêlika çayên şîrîn dihate vexwarin de ti kesî bêçaretî û bêwatemayîna niha hesab nedikir, ma çawa dikanîn rewşeke wisa hesab bikin!?.  Ma jiyan çi ye? Ne yekûn û tevhevê dem û kêlikan e; bi yên biêş û bi yên bêêş… Dema bêêş a do û ya biêş a niha; jiyan tenê ev e!..

Ji ber ku nedikanî piçek ji êşa Seyîdxan kêmtir bike, tiştek ji dest nedihat, qurufî, heliya. Ji êşa Seyîdxan xwe wek berpirsiyar didît, mîna her kesî, her hewrêyên li wir ên bêçare. Fikirî; her çiqas heta mêjiyê xwe mirov hîs bike jî, eger piçek ji êşa Seyîdxan nikane daxe, nikane vemirîne, wê çaxê hevaltî an hewrêtî çi ye? Bi rastî hevaltî çi ye!?.

* * *

Di wê demsalê, di dawiya wê havînê de, li bin wê tava hîvê, dema her kesî û her tiştî dengê xwe tevlî wê senfoniya bêdengiyê û bêçaretiyê kir, bayekî hênik ê ku giyayên ber bi hişkbûnê ve bûn şeh dikir û li rûyên ji ber sermayê sor bûyî dixist, li fîtikê jî neda, bêdeng derbas bû û çû. Ji ava Kunavê qet ti deng dernediket, di nava kuç û kevirên biçûk de bi şermokî û bi dizî diherikî. Hîvê mîna projektorekî bêruh li ezmên bala xwe daye jêr, bêwate û bêdil li bêçaretiya her kesî û her tiştî ya li hemberî wê qîrînê temaşe dikir. 

Her kes û her tişt bêdeng, her kes û her tişt bêçare. Li wir ti kesî û ti tiştî xeynî wê ahenga bêdengiyê û bêçaretiyê ti kes û ti tiştî din nefikirî. Her kes û her tişt ji jiyanê û ji cîhanê qut bû. Seyîdxan jî…

Ne diya wî, ne bavê wî ne jî xwedayê wî hate bîra wî. Her kesî li Seyîdxan mêze kir, Seyîdxan jî tenê navê wan bang kir; beriya ku ruhê wî mîna kevokeke spî li wê bêdengî û bêçaretiya li Kunavê mêzekir û hêdî hêdî ber bi ezmên ve difiriya û diçû; hevaall, hevaal…

Freitag, 22. Dezember 2017

Polîtîkayeke netewî ji bo zimanê Kurdî pêwîst e

Serokê Înstitûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist Fevzî Ozmen: 
Pêwîstî bi polîtîkayeke ziman a netewî heye

Di çapemeniya Kurdî de zêde bahsa wan neyê kirin jî; xebatên li ser mijarên bi ziman ve girêdayî, yên mîna; zelalkirina termînolojî û gramerê, alfabe, standardîzasyona zimanê nivîskî û perwerdeya bi Kurdî (soranî, kurmancî, kirmanckî) kêm zêde ji hêla hinek dildarên Kurdî ve tê dewam kirin.
Ji van dildarên zimanê Kurdî yek jî Serokê Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen e. Mamoste Fevzî Ozmen him dersên Kurdî dide, him pirtûkên li ser gramerê û çîrokên bi Kurdî dinivîse, him daxwazên saziyan ên mîna werger û amadekirina hinek nivîsan tîne cih û him jî bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sazî komaleyan re materyalên perwerdeyê amade dike. Mamoste di nava vî kar û xebata giran de pirsên me yên derbarê pirsgirêkên pêşxistina Kurdî, rewşa devok û zaraveyan, rewşa perwerdeya Kurdî û xebatên heyî yên li ser zimên bersivand… 
Mamoste, tu rewşa heyî ya xebatên bo pêşxistina Kurdî çawa dibînî û çawa dinirxînî; gelo têrê dike? Faktorên ku bandorê li ser vê mijarê dikin çi ne?
Li gor min mirov dikare bersiva pirsa te bike du beş û li gor wê bibersivîne. Yek; rewşa zimanê kurdî li parçeyên welêt. Du; li metropolên dagirkeran û li diyasporayê.
Li welêt bi kurtî rewşa kurdî wihaye: Li Başûr çend sal e, ji dibistana seretayî hetanî zanîngehan zimanê perwerdeyê yê yekemîn kurdî ye. Her çi qas zaravaya soranî li pêş be jî, zaravaya kurmancî bi pêş dikeve û mirov dikare bibêje, bi xetereyê re rûbîrû nîne. Li hersê kantonên Rojavayê jî, van salên dawiyê têrê neke jî, xebatên ziman û perwerdeyê her diçin bi awayekî lêzûbez bi pêş dikevin. Lê mirov nikare vê yekê ji bo Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bibêje. Li Rojhilatê zimanê kurdî bi awayekî fermî qedexe nebe jî, lê li pêşiya pêşketina ziman û perwerdeyê gelek astengî û kosp hene. Jixwe li Bakur rewş diyar e. Li Bakurê Kurdistanê li gel çewsandin û astengiyan xetereya li pêşiya ziman bi qasî ya metropolan nîne.
Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li meropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Pişavtin (asîmîlasyon) pir bi lezûbez didome. Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede. Li gor van kosp, astengî û çewsandinan polîtîkayeke me ya ziman an qe tune ye, an jî pir qels e. Mirov dikare bêje him wek civak him jî wek malbat an jî kes xemsariyeke mezin heye. Li metropolan û li diyasporyê derfetên ku di destên me de hene, em wan li gor şert û mercan nanirxînin. Ji ber ku ev şert û merc tenê ji aliyê hin sazî û komeleyan ve tên nirxandin. Hin hewlên van sazî û komeleyan hebin jî, lê li hember van programên weke hûtên heftserî, hewl û programên me gelekî lewaz û cûce dimînin.
Wek me berê jî got, faktorên li ser vê mijarê bandorên neyînî dikin; şert û mercên giran yên li pêşiya ziman, tunebûna polîtîkayeke ziman a neteweyî, xemsariya civakê, ya sazi û malbatan û avahiyên siyasî ne.
Bo perwerdekirina zarokan helwest û motîvasyoneke çawa heye û ev rewş bingeha xwe ji çi digire? Mînak; tenê li Almanyayê mîlyonekî zêdetir kurd hene, lê hejmara zarokên ku dersên Kurdî dibînin dora di hezarî ye. Mirov gereke vê helwestê bi çi ve girê bide?
Li gor min di vî warî de hişmendiya neteweyî rolekeke mezin dilîze. Dema ku mirov li rewşa civaka Kurd a li diyasporayê binêre, dibîne ku ji aliyê siyasi ve gelekî pêşketî ye. Lê ji aliyê hestên neteweyî ve jî gelekî paş ve maye. Ez bawer dikim li vir mebesta pirsa we girseya Kurdên diyasporayê ye. Belê, rewşa Kurdên diyasporayê du helwestî ye.
Helwesta yekem a siyasî ye. Di vî warî de Kurd gelekî pêş ketine. Her roj li ser piyan in. Bêwestan di nava liv û çalekiyan de ne. Lê ji aliyê hişmendiya neteweyî de em vê yekê nikarin bibînin. Ji derî hin beşên foklorîk, di nêzîkbûyîna ziman û perwerdeyê de gelekî xemsar û rihet in. Piraniya Kurdan di malên xwe de bi zaroyên xwe re (bi taybetî Kurdên Bakur) ya bi tirkî diaxivin, an jî bi zimanê dewlêtên ku lê dijîn. Bi zimanê xwe naaxêvin. Dîsa piraniya Kurdan zarokên xwe dişînin kursên zimanê biyanî, heta dişînin kursên tirkî, lê naşînin kursên zimanên kurdî.
Elbete sedemên vê yekê jî hene. Di serî de astengiyên dewletên Ewropî tên. Ji derî dewletên Skandinavyayê yên wek Swêd, Norweç, Danîmarka û Fînlandiyayê, dewletên Ewropî Gelê Kurd wek gelekî bê dewlet dibînin û li gor vê têgihayê mafên perwerdeya zarokan nas dikin.
Li Ewropayê gelê sereke yê bê dewlet Gelê Roman e. Ango em ji mafên perwerdeya ku Ewropayê dane Romanan sûdê digirin. Heta mafên me ji yên gelên Roman jî kêmtir in. Mînak, li Almanyayê dersên zimanê dayîkê yên zaroyên Romanan berî nîvro tên dayîn. Lê yên zimanê kurdî li hemû eyaletên (Hamburg, Bremen, Nieder Sachsen, NRW) ku ev maf dane zarokên Kurdan, piştî nîvro pêk tên.
Wek tê zanîn piştî nîvro dema betlane û lîstika zarokan e. Zarok di vê demê de dixwazin ji xwe re bilîzin. Naxwazin di vê saetê de têkevin polan û dersan guhdarî bikin. Dema ku em xemsarî û guhfiretiya malbatên Kurdan jî bidin ber vê yekê, bi rastî rewşeke dilkovan derdikeve pêş me.
Lêkolînên li ser devok û zaraveyan jî dewam dike. Bi ya min; divê her devok û zaraveyên Kurdî di destpêkê de bêne arşîvkirin û di heman demê de zimanê giştî yê nivîskî bi taybetmendiyên wan bête xemilandin. Zimanzanên me piranî bi zimanekî giştî yê nivîskî ve mijûl in. Mamoste, nerînên te yên derbarê devok û zaraveyan çi ye û gelo ev zengîniya zimanê me divê çawa bê parastin û ew bi helwestekî çawa bi dest bêne hilgirtin?
Bi rastî pêdandin û pirseke pir di cih de ye. Lê ji bo ku hebûna devok û zaravayan bên arşîvkirin, divê lêkolînên li ser wan bidawî bibin. Heta niha lêkolînên ku li ser devok û zaravayê kurdî hatine kirin, hê gelekî kêm in. Em dikarin bibêjin van lêkolînan hê xwe negihandine ji %10an. Di pir aliyan de hê xamî heye. Helbet sedemên vê yekê jî hene. Ji van sedeman çend heb; bêdewletî, parçebûna Kurdistanê û cudatiyên alfabeyan û yd.
Lê nayê wê wateyê ku mirov tiştên heyî bi kar neyne. Helbet tiştên ku heta niha derketine holê em ê bê şaşî bi kar bînin. Eger em bixwazin ber bi standartbûna zimên gavên durist bavêjîn, wekî te jî got, divê em li ser bingeha devok û zaravayan gavan bavêjin, da ku zimanê me li ser koka xwe ya dîrokî û zanistî rûne û bibe zimanekî standart î qedîm.
Elbete divê em vê rastiyê jî bipejirînin, zimanê devkî û yê nivîskî carinan tên hember hev û zimanê niviskî wek bombe li ser yê devkî diteqe û wî ji hev bela dike. Lê tune nake. Em di dîroka zimanên ku bûne standart de jî vê yekê dibînin. Lê wan gelekî bi balkêşî li ser devok û zaravayên xwe lêkolînên hûr û kûr pêk anîne û li gor vê yekê standartbûna zimanê xwe bêyî ku ji devok û zaravayên xwe dûr bikevin, bi dest xistine. Ew tune nekirine, lê entegre kirine.
Em di pêvajoya standartkirina zimên de ne. Hê li pêşiya me gelek astengî hene. Divê em gelekî bi awayekî balkêş tevbigerin ku çewtiyên me kêmtir bibin. Em ne pişta xwe bidin devok û zaravayan ne jî di nava wan de bixeniqin. Divê li aliyekê em devok û zaravayên xwe biparêzin, lê em li pêşiya standartbûnê wan nekin astengî jî. Divê em hevsengiya şkevikên teraziya devok, zarava û zimanê standart pir bi balkêşî eyar bikin. Ji ber ku ev beşên ziman ne dujminên hev in, bi rastî zarava û devok bav û kalên zimanê standart in. Ji hev nayên qutkirin û dûrxistin.
Mamoste, tu jî serokê saziyeke  ku ji bo zimên dixebite. Tu rêxistinîbûn û sazîbûna derbarê perwerde û pêşxistina Kurdî çawa dibînî û pêşniyarên te çi ne?
Bi rastî ev mijar jî gelekî giring e. Em şert û mercên ziman û perwerdeya kurdî çiqas giran in, pê dizanin. Li gel van şert û mercan divê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê hebe. Lê sed car mixabe em ji vê polîtikayê bê par in. Bi gotineke din hê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê ya neteweyiya hevbeş nîne. Di vê pêvojêyê de polîtikayên me yên siyasî her çi qas hevbeş nebin jî, ango polîtikayên neteweyî yên hevgirtî nebin jî, dîsa têrê dikin. Em dikarin bêjin di vê sayê de li Rojhilata Navîn gele herî polîtize bûyî, herî nûjen û nûdem Kurd in. Lê em nikarin vê pêşketinê di polîtikaya ziman, perwerde, çand û hunerê de bibînin. Rêxistin û partiyên me yên siyasî ji aliyê siyasetê ve gelekî tîtiz û jêhatî ne, lê berê wan li ziman, perwerde, çand û hûnerê nîne, an jî sar lê dinêrin. Ev yek jî dibe sedemên bipêşneketina ziman, perwerde, çand û hunera neteweyî. Rewşa saziyên me jî bi vê helwesta siyasî ve girêdayî ye. Ji bo vê, divê beriya her tiştî polîtikayên sazî, rêxistin û partiyên me yên ziman, perwerde, çand û hunerê yên neteweyî pişkekê xurt û zelal bin.
Mamoste bi kurtahî tu wê xwe çawa bide naskirin? Fevzî Ozmen kî ye?
Ez di sala 1943an, di dema Şerê Cihanê yê 2. de li herêma Serhedê, bajarê Erziromê, li qûntaxa Çiyayê Şeqşeq, li gundê Şoraxê ku girêdayî navçeya Qortiyê (Çatê) ye, hatime dinê. Min dibistana seretayî li Qortiyê li gundê Barmasê, dibistana navîn û amadeyî (lîse) jî li Erziromê qedandin. Pişt re Peymangeha Karsazî ya Zangoha Stenbolê kuta kir. Min karmendiya dewletê nekir û ez wek şêwirmendê darayî (malî muşawîr) di karên serbest de xebitîm. Di sala 1993an de ez derketim derveyî welêt û ji wê salê û vir ve li Almanyayê dixebitim. Ez ji qirna 68an im û endamê DDKOyê bûm. Li derveyî welêt ango li Almanyayê di saziyên neteweyî yên curbecur de xebitîm. Niha hevserokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanyayê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNKê me. Ji salên 1970yî û vir ve li ser zimanê Kurdî dixebitim. Têkiliya min bi wêjeyê re heye. Du pirtûkên min, yek bi navê „Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî)“ û pirtûkeke min a çîrokan bi navê „Siyên Şkestî“ hatine çapkirin. Gelek nivîsên min ên wêjeyî ji bo çapê amade ne.

Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…

Tembûrvan ê êr û avê Cûdî Nemrûd… XELÎL DALKILIÇ Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê Nimêja û Pîroyê mîna...