Freitag, 7. September 2018

Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…


Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…

XELÎL DALKILIÇ

Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê Nimêja û Pîroyê mîna qîrîna banga jiyaneke nû bi coş û heybet berê xwe didin Bestayê. Bestên li derdora bi dehan girên biçûk digerin û nola berxên ku bi kêfxweşiyê hildipekin, ber bi dayikên xwe ve bazdidin û êrîşî guhanên wan dikin, di dawiyê de digîhinin hev û dibin Hêzil. Hêzil paşê ava berfa Cûdî jî bi xwe re bar dike û berê xwe dide Başûr. Di rawestgeha dawîn de jî xwe bi dilaramiyê teslîmî himbêza Ava Mezin dike…

Li war û welatê Kurdan tim û tim ji xezeba hinekan hatiya tirsîn, hinekan jî bi xezeba xwe tirs xistiye dilê her kesî. Yê ku însên ji însên dîtî û jê kişandî, ji tu kes û ji tu tiştî nediye û nekişandiye. Demek bûye ku xezebdaran însan avêtine nava êr, demeke din ew avêtine nava avê. Agir û av; hebûna yekê/î tunebûna yê din e, gur û geşbûne yekê/î mirina yê din e. Herdu him kaniya jiyanê û him jî sedemê mirinê ne. Însanên mezlûm û berstem hêviya jiyan û aramiya xwe bi herduyan ve girêdane, xezebdar û zaliman ew bo zilm û kuştinê bikaranîne. Ji Nemrûd û Nuhî vir ve rewş werg e; canên ku Nemrûd ji bo kuştinê avêtiye êgir, av jê re bûye can û jiyan. Nûhî jî yên ku di avê de bifetisiyana ji avê filitandiye!..

Ji ber wê ye ku li war û welatê Kurdan ar û av nayên tirsandin, him wer tê bawerkirin ku ew tiştên pîroz in û têne evrîn him jî jê tê tirsîn; rewşeke mîna hêviya di nav tirsê û tirsa di nav hêviyê de…

Him Nemrûd û him jî Nûhên van erdan qet kêm nebûne. Zalim û qehreman; yek sedemê yê din e. Ne bila Nemrûd hebin ne jî pêwîstiya bi qehremanan…

* * *

Di wan salên bi agir û ji agir ku Kurdan pê xwe ji qilêra sedan salan pak dikir û hewil didan ku xwe bigihînin cewher û rastiya xwe de Dogan li Dîlokê di zanîngehê de dixwend ku bibe endezyarekî. Dogan wek kesayetekî ne radîkal bû û ji çalakiyên xwendekaran ên radîkal xwe dûr dihişt. Ji wê bêtir bi kulturê re elaqedar bû. Hewldida ku baş li tembûrê bixe, lê tembûrvanekî ne hosta bû. Wan çaxan kengê firsendek didît tembûra xwe hildianî dest û ew strana ku nû pê hesiyayî dimirmirand:

"Çûçik çûye bin darê re

Silavek şandim ji yarê re..."

Wan salan tu ferq di navbera qîrîna marşekî şoreşgerî û strîna straneke evînî ya bi Kurdî tune bû. Bi serê xwe strîna bi Kurdî çalakiyeke şoreşgerî bû. Dogan jî şoreşgeriya xwe wer pêk dianî; li tembûrê dixist û stranên Kurdî distrî. Ji ber elaqeya wî ya bi tembûrê re, hevalên wî navê ‘tembûrvan‘ lê kiribûn û wek ‘Doganê tembûrvan‘ bang li wî dikirin. Wê çaxê piraniya xwendekarên Kurd ên li zanîngehan kelecan û radîkal bûn û bi hêsanî ‘şoreşgeri’ya tu kesî qebûl nedikirin. Kesên ku bi kultur, stran û tembûrê re xwe mijûl dikirin bi hêsanî wek ‘şoreşger‘ nedihatin hesibandin û bi ‘tirşikçî‘tiyê dihatin bi nav kirin. Eger hestên Dogan û kesayetiya wî ya ji hêla welatperweriyê de xurt nas nekiribana, Dogan jî wek ‘tirşikçî‘ wê bihata binavkirin. Salên bi agir, salên ji agir…

* * *

Piştî çend salan, dîsa xwe berdabû nava kûrahiya bîranînên jiyana xwe ya derbasbûyî. Nola ku ji nişkêve ji xewê hişyar be, bi xwe hesiya ku di şevereşiyê de bi du hevalên xwe re dimeşe. Her sê hevalan jî dixwastin ku beriya berbangê xwe bigîhinin şûneke ewle ku him westiya xwe hilînin û him jî bikanin xwe veşêrin ku tu kes wan nebîne. Lê wê çaxê her sisêyan jî nedipan ku ava berfa diheliya wê Ava Botanê ewqas bi coş û har bike.

A rast; çavên wan tam nebirî ku ew ê bikanin avê derbaskin. Lê nedikanîn wer li keviya avê jî bimînin. Fikirîn, vir de wir de çûn û hatin û biryara xwe dan; ji coşiya avê bitirsin jî neçar wê ser avê re derbasbin. Siftê şûneke ku jê re derbaskin tespît kirin. Paşê kevirek bi şûtikekî ve girêdan û ser avê re avêtin hêla din û bi darekê ve kirin.  Ketin rêzê û yek li pey yekî bi şûtik ve girtin û hêdî hêdî xwe berdan nava avê. Av ewqas bi coş bû ku ningên xwe hinekî zêde rakin wê ber bi avê ve biketana û êdî zindî an miriyê wan li ku, rastî çi tê!.. Ji komê du kesên li pêş diçûn, bi zorê xwe gihandin hêla din. Lê Cûdî qasî wan ne şansdar bû. Hên Cûdî xwe negihandibû qeraxa avê, şûtik ji darê filitî. Hevalên wî du sê caran bedena wî ya ku ser avê ketî bibînin jî, paşê tenê li dîmena ava har a şolî mêzekirin. Bi qîrîn û hawar li kêleka avê bazdan, vir de wir de çûn, lê heta demek beriya berbangê ne kanîn bo Cûdî tiştekî bikin, ne jî kanîn tiştekî jê bibînin. Cûdî li pêş çavên wan çû û çû…

Nedikanîn li wan deran bimînin. Diviyabû ku beriya berbangê ji Ava Botanê dûr bikevin. Neçar wê biketana rêya xwe û biçûna. Wan jî wer kir…

Rewş an jî bûyereke ku mîna şans tê binavkirin car caran rastî rêwiyên vê rêyê jî tê. Cûdî jî kesekî wer bi şans bûye ku ji singê wî jortir serî û milekî wî bi darekê ve dibin û gewdeya wî di nava avê de wer bi darê ve ase dimîne. Çend saet şûnde ser xwe ve tê, çavê xwe vedike ku di avê de ye. Nêzî du sed metre jêrî şûna ku xwestibûn avê derbaskin, bi darekê ve wer ase maye. Hewl dide û bi zor û zehmetiyê ji avê xwe dide qeraxê. Hevalên xwe meraq kir, li wan geriya lê şopek ji wan nedî. Ji ber ku rêya ku biçûyana jî nedizanî, dîsa ket rêya ku jê hatin û berê xwe dîsa da vegera ber bi Bestayê ve.

Rêya ku di rojekê de bimeşe, tî, birçî û bêhal di hefteyekê de çû û xwe gihand hevalên xwe yên li Bestayê. Mîna çîroka Nûhî…

* * *

Çîrok ew e; ku Yezdan çel ro û çel şev baranê barandiye. Heywan û zindiyên ku ji ber baranê rewş û îmkanên xwe yên jiyanê wenda kirine, gişt hatine û xwe spartine cem Nûh. Nûhî jî ji her cûreyên wan heywanan yek mê û yek jî nêr cotek hilaniye keştiya xwe. Paşê tofanê rû daye û seranserê cîhanê di bin avê de maye. Keştî ya ku Nûh û zindiyên din têdeyî piştî şeş meh û heft rojan li ser Çiyayê Cûdî dahatiye. Demek şûnde jî av vekişiyaye.

Welatê Kurdan him warê êr û him jî warê tofanan e…

* * *

Barana ku ji êvarê heta berbanga sibehê li Bestayê ya ku di nava çiyayên bilind ên derdorê de mîna korta sêniyeke kûr e barî, ezman pîr û pak kiribû; ezmanekî mîna deryayê. Rojê jî mîna firsendekî bibîne, hewldida ku hemû ronî û germiya xwe bi Bestayê ve bide xwarin.

Gerokên çiyê di bin wê baranê de heta sibehê nikanîn rakevin. Serê sibê yek ji wan bi zehmetekî giran rabû ser piyê. Hinekan bahsa hatina komekê dikir. Dema xwe berda ser şiverêyê, bi koma dihate cem wan re rû bi rû ma. Di demeke nedihate payîn de rasthatina mirovekî nas ji bo mirovên çiyayî dilşadiyeke bêhempa ye…

Gava ji bo bixêrhatinkirinê destê xwe rahişt ê pêşiya komê, çav di çavan de ase man. Dema ku destê xwe rahişt rêwiyê pey wî, çavê xwe ji nişkeve dîsa vegerand ser ê pêşiyê. Bawer nekir, wer matmayî ma û li şûna xwe cemidî. Erê ew hevalê wî Dogan bû. Di nava şoka şabûnê de qîrek da, go ‘Dogan!..‘. Qet bawer nedikir ku ew ê rojekê Dogan li çiyê û di wê rewşê de bibîne. Dogan, yanî ‘Doganê tembûrvan‘ ê Semsûrî, hevalê wî yê zanîngehê...

Doganî jî bi çavên xwe bawer nekir, ew jî wer şaş ma. Paşê ken û qîrûbara şabûnê tevlî hev bû. Êndamên koma ku li pey Dogan ji ber vê hengameyê wekî ku li ser şiverê ase man, ji ber ku pir westiyayî bûn, him dikeniyan him jî digotin “de bes e heval, em pir westiya ne, hûnê paşê hevdu himbêz bikin.“

Di wê kêliyê de Dogan li guhê hevalê xwe re got; “navê min ê niha Cûdî ye; Cûdî Nemrûd.“ Him Cûdî him jî Nemrûd… Mîna av û êgir; jiyan û mirin. Nemrûdê kujer û Cûdiyê jiyîner…

* * *

Cûdî beriya ku ji bo perwerdeya xwe ya zanîngehê ji Semsûrê derkeve, carinan derdiket ser kelaya li navenda bajêr û li derdorê temaşe dikir. Carinan biçûkbûna kelayê bala wî dikişand û ji xwe re wer digot; ku mîrê ev kela daye çêkirin, herhal ji xezeba Nemrûd pir tirsiye û newêriye ku ji bo xwe kelayeke hên mezintir bide çêkirin!..

* * *

Wer tê gotin; ku di çaxekî dîrokê yê ku tu kes nizane kengê hatiye jiyîn de, Îbrahîm ji hêla Nemrûd ve tê avetin nava êr, ar vedikişe û li navenda qadê ku bi pêt û alawên êr dagirtî ji nişke ve kaniyeke zelal peyda dibe. Piştî daketina Îbrahîm, derdora kaniyê dibe keskahî. Îbrahîm jî tê li kêleka kaniyê rûdine, zincîra ku pê ningên wî hatibû girêdan, bi xwe vedibe. Nemrûdê ku li cihê herî bilind ê seraya xwe ev bûyer temaşe dikir, bala xwe dide qadê bi agir dagirtî û çavên wî di nava êr de li Îbrahîm, li kaniyê û li keskahiya peyda bûyî dikeve. Li hemberî tiştên dîtî li şûna xwe wer şaş dimîne. Îbrahîm radibe, di nava êr de dimeşe. Lingê xwe pê li ku derê dike, li wir agir vedimire û keskahî peyda dibe. Di wê kêliya ku Nemrûd li hember tiştên ku li ber çavên wî çê dibin, bawer nake de pêşiyek ji pozê wî re dikeve seriyê wî. Piştî demekê Nemrûd tehamûlî vizvizîna wê pêşiyê ya di seriyê wî de digere nake û bi mîrkutekî li seriyê xwe dide xistin. Seriyê wî diperçiqe û Nemrûd dimire…

* * *

Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê Nimêja û Pîroyê mîna qîrîna banga jiyaneke nû bi coş û heybet berê xwe didin Bestayê. Bestên li derdora bi dehan girên biçûk digerin û nola berxên ku bi kêfxweşiyê hildipekin, ber bi dayikên xwe ve bazdidin û êrîşî guhanên wan dikin, di dawiyê de digîhinin hev û dibin Hêzil. Hêzil paşê ava berfa Cûdî jî bi xwe re bar dike û berê xwe dide Başûr. Di rawestgeha dawîn de jî xwe bi dilaramiyê teslîmî himbêza Ava Mezin dike…

* * *

Cûdî dîsa bi rê dikeve, berê xwe dide hêla bakur, Garisanê. Ne xema agirê Roma Reş a zalim, ne jî xema tofana biharê pê re ye. Dilaram, bêtirs, bêxem û bêdudilî... Xwe berdide newaya senfoniya wê kêliyê. Ezmanekî pîr û pak ê ku temaşekirina wî meriv ji hemû xemên vê dinyayê dûr dixe, bi dehan newayên çûçik distrên, sîvoriyên ji darekê xwe davêjin dara din, kûlîlk û xonçeyên li baskên daran teqiyane, çîçekên rengînî yên ku mirov dema dimêşe dil naçe pê lêke, mêşûmor û tava rojê ya ku vê rindî û xweşikahiyê dixemilîne… 

Di vê atmosferê de, hestên wer li Cûdî peyda dibin ku baskên wî hebûyana wê bifira. Dîsa ew stran a ku bi salane ku dimirmirî, li zimanê wî diqelive;

"Çûçik çûye bin darê re

Silavek şandim ji yarê re..."

Ji xwe re wer fikirî, ku tama jiyanê di kêliyan de ye. Tu însan nikane jiyanê ji destpêkê heta dawiyê dilşa bijî. Ne ketina dûv kêliyên xweşik ên di çax û demên berê de hatine jiyîn, ne jî bi payîna îxtîmalên dilşabûnê yên siberojê, mirov wê bigihîje dilşadiyê. Jiyan û dilşadî tenê yê ku mirov kêlî bi kêlî dijî û hewildan û têkoşîna bo gihîştina wê bi xwe ye. Ne kêm ne jî zêde, ne xeyal û ne jî hêvî. Her tişt bi dijberê xwe heye û wateya xwe ji dijberê xwe digire. Jiyan yekûna baş û nebaşiyê, êş û dilşadiyê ye. Nola hêviya bi kelecanê tevlihev…

* * *

Lê kêlî, kêlî ye, ne mayînde ye. Heta çavgirtin û vekirinê, heye û tune ye!

Xwezaya ku bi hemû hêz û enerjiya biharê li ser pê û zindî ye, li kêliyê nape, har û gurr e. Ji her tiştî û ji her derê him jiyan û him jî coş û hêrs bi hev re dipijiqe. Bi lîlava berfê û baran bi hev re bi heybet û bi coş e. Ava Botanê tofanek e!..

 Cûdî di nava wê xweşikahiyê serxweş dibe û kontrola hişê xwe wenda dike. Bi hebûn û derûnî xwe wer berdide nava xweşikahiya jiyan û xwezayê. Bi tama jiyanê û dilşadiyê dihese. Bi coşa hundirê xwe dixwaze bifire.

Dema ku hate keviya ava har û gurr, hemû kontrola xwe wenda dike. Bedena wî bi wî re, lê hestên wî bi rindî û xweşikahiya jiyan û xwezayê, di lîstikekî bi coş de ye. Ava tofanî mîna porê periya avê, Naîadesê yê ber bi bê ve ketibû li wî tê…

Ji bo derbasbûna avê hewildide, lê ahengê bedena xwe wenda dike. Di nava çend saniyan de di nava avê de wenda dibe. Di kêliya ku tamê ji jiyanê dike de dikeve himbêza mirinê. Mîna Siyabendê ku digihîje Xecê ya xwe; di kêliya rasthatina wateya jiyanê de ji kendalan difire.

Û di himbêza Naîadesê de diherike û diçe…

* * *

Ê ku hate nava avê avêtin xwe di nava êr de dî, yê ku avê himbêz kirî di êr de şewitî…

Vê carê Cûdî bi qasî Îbrahîm û Nûh şansdar nebû. Xwedayên ku gihîştin hawara Îbrahîm û Nûhî û xwedayê avê Phorkys wê rojê li tu deran xuya nebûn. Xwedayan gişt kor û ji hêzê qut bûn…

Menzîla ku bête gihîştin an agir an jî av bû. Ew ji van herduyan netirsî, bi zanebûn û hişyar kete vê rê. Cûdî yê ku Ava Botanê himbêz kir, Dîcleyê qult kir. Kesekî nedî; gelo periya avê Naîadesê bi destê wî de girt û bi xwe re ber bi ezmên ve firiya û çû an na!?…

Tenê navê wî ma; Cûdî Nemrûd!

Him Cûdî him him Nemrûd; him tirs û him jî hêvî!...


Mittwoch, 18. Juli 2018


Her kes û her tişt bêdeng û bêçare!..  / Çîrok




XELÎL DALKILIÇ

Hewa sar, her kes bêdeng û li şûna xwe hişk bûyî. Ti kes li rûyê kesekî mêze nake, naxwaze mêzeke. Ji rûyên ku ji ber sermaya zozanan sor bûyî heman wate xwe dide de; hêrs û bêçaretî…

Her kes bi derûnî ji her tiştên li derûdorê, ji cîhanê qut bûye. Her kes û her tiştî xwe berdaye nav notayên newaya senfoniya bêdengiyê. Ava ku diherike û di Kunavê de wenda dibe, kuç û kevir, her reng û cûre çîçek û kûlîlk û bayê ku bi ahengekê hemû giyayan şeh dike, ji bo ku dengê xwe dernêxin, di nava hewildaneke bêhempa de ne. Her kes û her tişt li şûna xwe şaş maye, bêdeng e û nalive…

Dengek vê senfoniyê, senfonîya bêdengiyê temam dike. Qêrînek a ku her kes û her tişt neçarî bala xwe dide wê; hevaal, hevaaal…

* * *

Şevreşiyek, çav çavan nabîne… Qasî deh metre li pêş, di bin zinarê mezin ê ku ji ber tava hîvê, mîna ku li ber ronahiya rojê siyê lê daye, tarî û şevreşî û qêrîna Seyîdxan. Bêdena wî xuya nake, lê dengê wî ruhî ji her kesî û ji her tiştî dikişîne. Ên ku dixwazin xemê jê birevînin, wî teselî bikin gişt li şûna xwe hişkbûyî û cemidî ne. Nizanin çi bêjin, nizanin çi bikin. Bi hevdu re hinek tiştan dibêjin, pilepil dikin, mirmirînin, lê tiştek ji gotinên wan nayê famkirin. Ti kes ti kesî fam nake. Gişt bi Seyîdxan re heman êşê dikişînin, xwe bi xwe dixwin lê nikanin êşa wî hinekî kêmtir bikin û jê re bibin derman. Tenê nûnînî, mirmirî, xemgînî û bêçaretî...

 Wê kêlikê xêlî û rûpiştên ku civakê li wan kirî, libat, rol û şêlên ji derûdorê hatine standin, gişt li ber bê û li ber qîrîna Seyîdxan dikevin, diçin û wenda dibin. Ew ên li wir gişt, li bin tava hîvê, li ber şevreşiya biniya zinarê li kêleka Kunavê bi dengê Seyîdxan tazî û rût, pîr û pak, tenê wek xwe ne. Seyîdxan ji hemû rûpiştiyan rizgarbûyî diqîre, ên derdorê gişt stûxwar, xemgîn û bêçare…

Li ser êvarê nikanîbû xwe ji helîkoptêra êrîşê ya ku agir jê dibariya veşêre. Roketa ku ji helîkoptêrê hate avêtin lingê wî yê çepê ji bedena wî qut kir. Heta ku şevereş bibe, helîkoptêrên êrîşê, esker û qoriciyên derûdor girtî vekêşin, Seyîdxan di bin wî kevirî de nelivî û ti kesî jî nekanî alîkariya wî bikira. Belkî jî nîvê xwîna canê wî herikîbû axê û ava Kunavê.

Qîrîna wî tenê gotinek bû; hevaaal, hevaal!..

Ne navê dê û bavê xwe anî serzimên, ne jî navê xwedê qîr da; xeynî kesên li cem wî ti kes û ti tişt nehat bîr û ser zimanê wî; tenê qîrînek; hevaaal, heval!... Xwe tenê spartibû himbêz û zenûniya wan a bêçare, çavên wan ên şil, dest û piyên wan ên bêliv. Bangek, bangeke wek gazinekê... Herkes bi qîrîna Seyîdxan a sîtemkar re veciniqî û lerizî. Her kesên li wê derê wekî ku di bin barekî pir giran ku her diçe girantir dibe de stûxwar û bêhal.

* * *

Di wê kêlikê de wî jî li hêla pêş a Kunavê hewil dida ku Seyîdxan bibîne. Ji ber ku di pevçûna ku piştî nîvro rû dabû de zindî mabû û Seyîdxanê li cem wî lingê xwe wenda kiribû. Ketibû psîkolojiya xwe sûcdarkirinê. Bêçaretiya li hember qîrîna Seyîdxan hên bêhtir ew diheland. Di bin tava hîvê ya ku hêstirên ji çavan dadiketin xwarê û li ser dêman dibiriqiyan de hişê wî hemû wateya jiyan û zindîmayîna xwe ji bîr kir, bû wek kesekî tikes. Bi hêrs çavên wî tijî bûn, hestên wî tevlîhev…

Çavên wî dîsa di siya tava hîvê, di nava qelebalixa dimirmirî de li bedena Seyîdxan geriya. Li şûna xwe hişk ma; ne dikanî derbasî hêla din a avê be, ne jî dikanî ji seremoniya ku bi qîrînekê her kes dimir, xwe dûr bixe. Bi her qîrînê re cirifî, veciniqî, heliya, mir û mir.

Di kêlika ku her kes û her tişt kerr û lal bû û bi çavan deng dikir de tenê ew qîrîn bilind dibû; hevaaal hevaal!..

* * *

Zozan sar in, şevên zozanan ji ber sermayê jahr in. Li wê sermayê bêliv û bê tevgerî êşkence û mirin e. Bi hestên tevlîhev, bêhn distand lê ji her kes û ji her tiştên derdorê, ji jiyan û cîhanê qûtbûyî, bêwate û bêliv li şûna xwe wer sekinî. Ne sermaya wek jahrê hîs dikir, ne jî gûvegûva bayê kûr. Bi hest, hîs û canê xwe wekî ku ketibû bedena Seyîdxan. Bi wî re diêşiya, germiya xwîna Seyîdxan a ku ji lingê wî yê ji biniya çokê ve qut bûyî diherikî, hemû bedena wî jî germ dikir. Li şûna xwe wer sekinî, nelivî; bêdeng, bêçare…

Hesret, şadî û êşên ew kesên li serê çiya û zozanan, li asoyên bêsînor ên ku erd û ezman digihîjin lê însan nagihîjin hev dimeşin sade, saf, bêderew û pîr û pak in; mîna çîroka Kurdan a resen… Heta vî serdem û çaxî nîvê jiyana Kurdan li zozanan derbas bûye, ji ber wê nîvê çîrokên Kurdî qala zozanan dikin. Tim û tim ji neyaran, ji derewkaran, ji talankeran xwe spartine zozanan, war û mekana herî nêzikî ezmên. Li zozanê însan xwe wer hîs dike; wekî ku destê xwe hinekî jor re dirêjke wê bigihîje ezmên, hinekî hewil bide wê bifire, mîna li Feraşînê…

* * *

Her tişt tê parvekirin, lê êş na, meriv bixwaze jî nikane. Êşkêş xwezayî, însanî, bêhesab tenê himbêzeke ku xwe bispêre; an dê, an bavê an jî ya hewreyê xwe digere; mîna qîrîn û sîtema Seyîdxan…

Heval were, heval here!.. Hezkirin, pesindayîn, hêvîkirin, hêrsbûyîn, sîtemkirin gişt ji wî an wê re. Dê û bav, xal û xaltî, met û ap, zarok û nêvî, bapîr û dapîrê Kurdan gişt bûn heval û hewrê, parçeyek ji kezebê û ji dil… Mîna hevaltiya Ehmedê panzdeh salî yê ku hemû malbata wî hatine kuştin û Dijwarê pêncîûheşt salî yê ku ji ber zilma neyar neçar mayê xwe spartiye himbêza çiya û zozanan; di sermaya zozanê di bin kêfiyekê de pişta xwe didin hevdu û bi parvekirina germiya bedenên xwe hevdu germ dikin…  Tê gotin ku însan dema tenê bi serê xwe dimîne dibe wekxwe an bixwe. Dost, ew kesên ku meriv li cem wan dikanin bixwe û tenê dimînin in. Heval û hewrêtiya Kurdan a nûjen jî werg e; jidil, bêhesab, sade, mîna ku însan bi serê xwe bi tenê be...

* * *

Û careke din qîrîna Seyîdxan a biêş; hevaal, heval!..

Wî bi xwe Seyîdxan zêde nas nedikir, meriv dikane bêje; qet nas nedikir. Rojek berê li ser Kunavê bi hev re bi qirşikan çayek kelandibûn. Piranî caran nebe jî, wê çaxê şekirê wan jî hebû û bi hev re kêyfa çaya bi şekir kiribûn. Di sohbeta çayê de pirsek tenê lê kiribû û gund û bajarê wî pirs kiribû; Seyîdxan gundiyekî Qilabanî…

Di wî sohbetî, di kêlika çayên şîrîn dihate vexwarin de ti kesî bêçaretî û bêwatemayîna niha hesab nedikir, ma çawa dikanîn rewşeke wisa hesab bikin!?.  Ma jiyan çi ye? Ne yekûn û tevhevê dem û kêlikan e; bi yên biêş û bi yên bêêş… Dema bêêş a do û ya biêş a niha; jiyan tenê ev e!..

Ji ber ku nedikanî piçek ji êşa Seyîdxan kêmtir bike, tiştek ji dest nedihat, qurufî, heliya. Ji êşa Seyîdxan xwe wek berpirsiyar didît, mîna her kesî, her hewrêyên li wir ên bêçare. Fikirî; her çiqas heta mêjiyê xwe mirov hîs bike jî, eger piçek ji êşa Seyîdxan nikane daxe, nikane vemirîne, wê çaxê hevaltî an hewrêtî çi ye? Bi rastî hevaltî çi ye!?.

* * *

Di wê demsalê, di dawiya wê havînê de, li bin wê tava hîvê, dema her kesî û her tiştî dengê xwe tevlî wê senfoniya bêdengiyê û bêçaretiyê kir, bayekî hênik ê ku giyayên ber bi hişkbûnê ve bûn şeh dikir û li rûyên ji ber sermayê sor bûyî dixist, li fîtikê jî neda, bêdeng derbas bû û çû. Ji ava Kunavê qet ti deng dernediket, di nava kuç û kevirên biçûk de bi şermokî û bi dizî diherikî. Hîvê mîna projektorekî bêruh li ezmên bala xwe daye jêr, bêwate û bêdil li bêçaretiya her kesî û her tiştî ya li hemberî wê qîrînê temaşe dikir. 

Her kes û her tişt bêdeng, her kes û her tişt bêçare. Li wir ti kesî û ti tiştî xeynî wê ahenga bêdengiyê û bêçaretiyê ti kes û ti tiştî din nefikirî. Her kes û her tişt ji jiyanê û ji cîhanê qut bû. Seyîdxan jî…

Ne diya wî, ne bavê wî ne jî xwedayê wî hate bîra wî. Her kesî li Seyîdxan mêze kir, Seyîdxan jî tenê navê wan bang kir; beriya ku ruhê wî mîna kevokeke spî li wê bêdengî û bêçaretiya li Kunavê mêzekir û hêdî hêdî ber bi ezmên ve difiriya û diçû; hevaall, hevaal…

Freitag, 22. Dezember 2017

TV 10

Bernameya "Yol ve Erkan"

Moderator: Mustafa Deprem

Polîtîkayeke netewî ji bo zimanê Kurdî pêwîst e

Serokê Înstitûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist Fevzî Ozmen: 
Pêwîstî bi polîtîkayeke ziman a netewî heye

Di çapemeniya Kurdî de zêde bahsa wan neyê kirin jî; xebatên li ser mijarên bi ziman ve girêdayî, yên mîna; zelalkirina termînolojî û gramerê, alfabe, standardîzasyona zimanê nivîskî û perwerdeya bi Kurdî (soranî, kurmancî, kirmanckî) kêm zêde ji hêla hinek dildarên Kurdî ve tê dewam kirin.
Ji van dildarên zimanê Kurdî yek jî Serokê Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen e. Mamoste Fevzî Ozmen him dersên Kurdî dide, him pirtûkên li ser gramerê û çîrokên bi Kurdî dinivîse, him daxwazên saziyan ên mîna werger û amadekirina hinek nivîsan tîne cih û him jî bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sazî komaleyan re materyalên perwerdeyê amade dike. Mamoste di nava vî kar û xebata giran de pirsên me yên derbarê pirsgirêkên pêşxistina Kurdî, rewşa devok û zaraveyan, rewşa perwerdeya Kurdî û xebatên heyî yên li ser zimên bersivand… 
Mamoste, tu rewşa heyî ya xebatên bo pêşxistina Kurdî çawa dibînî û çawa dinirxînî; gelo têrê dike? Faktorên ku bandorê li ser vê mijarê dikin çi ne?
Li gor min mirov dikare bersiva pirsa te bike du beş û li gor wê bibersivîne. Yek; rewşa zimanê kurdî li parçeyên welêt. Du; li metropolên dagirkeran û li diyasporayê.
Li welêt bi kurtî rewşa kurdî wihaye: Li Başûr çend sal e, ji dibistana seretayî hetanî zanîngehan zimanê perwerdeyê yê yekemîn kurdî ye. Her çi qas zaravaya soranî li pêş be jî, zaravaya kurmancî bi pêş dikeve û mirov dikare bibêje, bi xetereyê re rûbîrû nîne. Li hersê kantonên Rojavayê jî, van salên dawiyê têrê neke jî, xebatên ziman û perwerdeyê her diçin bi awayekî lêzûbez bi pêş dikevin. Lê mirov nikare vê yekê ji bo Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bibêje. Li Rojhilatê zimanê kurdî bi awayekî fermî qedexe nebe jî, lê li pêşiya pêşketina ziman û perwerdeyê gelek astengî û kosp hene. Jixwe li Bakur rewş diyar e. Li Bakurê Kurdistanê li gel çewsandin û astengiyan xetereya li pêşiya ziman bi qasî ya metropolan nîne.
Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li meropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Pişavtin (asîmîlasyon) pir bi lezûbez didome. Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede. Li gor van kosp, astengî û çewsandinan polîtîkayeke me ya ziman an qe tune ye, an jî pir qels e. Mirov dikare bêje him wek civak him jî wek malbat an jî kes xemsariyeke mezin heye. Li metropolan û li diyasporyê derfetên ku di destên me de hene, em wan li gor şert û mercan nanirxînin. Ji ber ku ev şert û merc tenê ji aliyê hin sazî û komeleyan ve tên nirxandin. Hin hewlên van sazî û komeleyan hebin jî, lê li hember van programên weke hûtên heftserî, hewl û programên me gelekî lewaz û cûce dimînin.
Wek me berê jî got, faktorên li ser vê mijarê bandorên neyînî dikin; şert û mercên giran yên li pêşiya ziman, tunebûna polîtîkayeke ziman a neteweyî, xemsariya civakê, ya sazi û malbatan û avahiyên siyasî ne.
Bo perwerdekirina zarokan helwest û motîvasyoneke çawa heye û ev rewş bingeha xwe ji çi digire? Mînak; tenê li Almanyayê mîlyonekî zêdetir kurd hene, lê hejmara zarokên ku dersên Kurdî dibînin dora di hezarî ye. Mirov gereke vê helwestê bi çi ve girê bide?
Li gor min di vî warî de hişmendiya neteweyî rolekeke mezin dilîze. Dema ku mirov li rewşa civaka Kurd a li diyasporayê binêre, dibîne ku ji aliyê siyasi ve gelekî pêşketî ye. Lê ji aliyê hestên neteweyî ve jî gelekî paş ve maye. Ez bawer dikim li vir mebesta pirsa we girseya Kurdên diyasporayê ye. Belê, rewşa Kurdên diyasporayê du helwestî ye.
Helwesta yekem a siyasî ye. Di vî warî de Kurd gelekî pêş ketine. Her roj li ser piyan in. Bêwestan di nava liv û çalekiyan de ne. Lê ji aliyê hişmendiya neteweyî de em vê yekê nikarin bibînin. Ji derî hin beşên foklorîk, di nêzîkbûyîna ziman û perwerdeyê de gelekî xemsar û rihet in. Piraniya Kurdan di malên xwe de bi zaroyên xwe re (bi taybetî Kurdên Bakur) ya bi tirkî diaxivin, an jî bi zimanê dewlêtên ku lê dijîn. Bi zimanê xwe naaxêvin. Dîsa piraniya Kurdan zarokên xwe dişînin kursên zimanê biyanî, heta dişînin kursên tirkî, lê naşînin kursên zimanên kurdî.
Elbete sedemên vê yekê jî hene. Di serî de astengiyên dewletên Ewropî tên. Ji derî dewletên Skandinavyayê yên wek Swêd, Norweç, Danîmarka û Fînlandiyayê, dewletên Ewropî Gelê Kurd wek gelekî bê dewlet dibînin û li gor vê têgihayê mafên perwerdeya zarokan nas dikin.
Li Ewropayê gelê sereke yê bê dewlet Gelê Roman e. Ango em ji mafên perwerdeya ku Ewropayê dane Romanan sûdê digirin. Heta mafên me ji yên gelên Roman jî kêmtir in. Mînak, li Almanyayê dersên zimanê dayîkê yên zaroyên Romanan berî nîvro tên dayîn. Lê yên zimanê kurdî li hemû eyaletên (Hamburg, Bremen, Nieder Sachsen, NRW) ku ev maf dane zarokên Kurdan, piştî nîvro pêk tên.
Wek tê zanîn piştî nîvro dema betlane û lîstika zarokan e. Zarok di vê demê de dixwazin ji xwe re bilîzin. Naxwazin di vê saetê de têkevin polan û dersan guhdarî bikin. Dema ku em xemsarî û guhfiretiya malbatên Kurdan jî bidin ber vê yekê, bi rastî rewşeke dilkovan derdikeve pêş me.
Lêkolînên li ser devok û zaraveyan jî dewam dike. Bi ya min; divê her devok û zaraveyên Kurdî di destpêkê de bêne arşîvkirin û di heman demê de zimanê giştî yê nivîskî bi taybetmendiyên wan bête xemilandin. Zimanzanên me piranî bi zimanekî giştî yê nivîskî ve mijûl in. Mamoste, nerînên te yên derbarê devok û zaraveyan çi ye û gelo ev zengîniya zimanê me divê çawa bê parastin û ew bi helwestekî çawa bi dest bêne hilgirtin?
Bi rastî pêdandin û pirseke pir di cih de ye. Lê ji bo ku hebûna devok û zaravayan bên arşîvkirin, divê lêkolînên li ser wan bidawî bibin. Heta niha lêkolînên ku li ser devok û zaravayê kurdî hatine kirin, hê gelekî kêm in. Em dikarin bibêjin van lêkolînan hê xwe negihandine ji %10an. Di pir aliyan de hê xamî heye. Helbet sedemên vê yekê jî hene. Ji van sedeman çend heb; bêdewletî, parçebûna Kurdistanê û cudatiyên alfabeyan û yd.
Lê nayê wê wateyê ku mirov tiştên heyî bi kar neyne. Helbet tiştên ku heta niha derketine holê em ê bê şaşî bi kar bînin. Eger em bixwazin ber bi standartbûna zimên gavên durist bavêjîn, wekî te jî got, divê em li ser bingeha devok û zaravayan gavan bavêjin, da ku zimanê me li ser koka xwe ya dîrokî û zanistî rûne û bibe zimanekî standart î qedîm.
Elbete divê em vê rastiyê jî bipejirînin, zimanê devkî û yê nivîskî carinan tên hember hev û zimanê niviskî wek bombe li ser yê devkî diteqe û wî ji hev bela dike. Lê tune nake. Em di dîroka zimanên ku bûne standart de jî vê yekê dibînin. Lê wan gelekî bi balkêşî li ser devok û zaravayên xwe lêkolînên hûr û kûr pêk anîne û li gor vê yekê standartbûna zimanê xwe bêyî ku ji devok û zaravayên xwe dûr bikevin, bi dest xistine. Ew tune nekirine, lê entegre kirine.
Em di pêvajoya standartkirina zimên de ne. Hê li pêşiya me gelek astengî hene. Divê em gelekî bi awayekî balkêş tevbigerin ku çewtiyên me kêmtir bibin. Em ne pişta xwe bidin devok û zaravayan ne jî di nava wan de bixeniqin. Divê li aliyekê em devok û zaravayên xwe biparêzin, lê em li pêşiya standartbûnê wan nekin astengî jî. Divê em hevsengiya şkevikên teraziya devok, zarava û zimanê standart pir bi balkêşî eyar bikin. Ji ber ku ev beşên ziman ne dujminên hev in, bi rastî zarava û devok bav û kalên zimanê standart in. Ji hev nayên qutkirin û dûrxistin.
Mamoste, tu jî serokê saziyeke  ku ji bo zimên dixebite. Tu rêxistinîbûn û sazîbûna derbarê perwerde û pêşxistina Kurdî çawa dibînî û pêşniyarên te çi ne?
Bi rastî ev mijar jî gelekî giring e. Em şert û mercên ziman û perwerdeya kurdî çiqas giran in, pê dizanin. Li gel van şert û mercan divê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê hebe. Lê sed car mixabe em ji vê polîtikayê bê par in. Bi gotineke din hê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê ya neteweyiya hevbeş nîne. Di vê pêvojêyê de polîtikayên me yên siyasî her çi qas hevbeş nebin jî, ango polîtikayên neteweyî yên hevgirtî nebin jî, dîsa têrê dikin. Em dikarin bêjin di vê sayê de li Rojhilata Navîn gele herî polîtize bûyî, herî nûjen û nûdem Kurd in. Lê em nikarin vê pêşketinê di polîtikaya ziman, perwerde, çand û hunerê de bibînin. Rêxistin û partiyên me yên siyasî ji aliyê siyasetê ve gelekî tîtiz û jêhatî ne, lê berê wan li ziman, perwerde, çand û hûnerê nîne, an jî sar lê dinêrin. Ev yek jî dibe sedemên bipêşneketina ziman, perwerde, çand û hunera neteweyî. Rewşa saziyên me jî bi vê helwesta siyasî ve girêdayî ye. Ji bo vê, divê beriya her tiştî polîtikayên sazî, rêxistin û partiyên me yên ziman, perwerde, çand û hunerê yên neteweyî pişkekê xurt û zelal bin.
Mamoste bi kurtahî tu wê xwe çawa bide naskirin? Fevzî Ozmen kî ye?
Ez di sala 1943an, di dema Şerê Cihanê yê 2. de li herêma Serhedê, bajarê Erziromê, li qûntaxa Çiyayê Şeqşeq, li gundê Şoraxê ku girêdayî navçeya Qortiyê (Çatê) ye, hatime dinê. Min dibistana seretayî li Qortiyê li gundê Barmasê, dibistana navîn û amadeyî (lîse) jî li Erziromê qedandin. Pişt re Peymangeha Karsazî ya Zangoha Stenbolê kuta kir. Min karmendiya dewletê nekir û ez wek şêwirmendê darayî (malî muşawîr) di karên serbest de xebitîm. Di sala 1993an de ez derketim derveyî welêt û ji wê salê û vir ve li Almanyayê dixebitim. Ez ji qirna 68an im û endamê DDKOyê bûm. Li derveyî welêt ango li Almanyayê di saziyên neteweyî yên curbecur de xebitîm. Niha hevserokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanyayê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNKê me. Ji salên 1970yî û vir ve li ser zimanê Kurdî dixebitim. Têkiliya min bi wêjeyê re heye. Du pirtûkên min, yek bi navê „Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî)“ û pirtûkeke min a çîrokan bi navê „Siyên Şkestî“ hatine çapkirin. Gelek nivîsên min ên wêjeyî ji bo çapê amade ne.

Yozgat'ta Alevi Kürtler

    Yozgat'ta Alevi Kürtler ve 'Yahudi Yusuf'


  • Tokat, Çorum, Amasya, Çankırı ve özellikle Yozgat’ta yüzyıllardır yerleşik yaşayan Kürtlere ilişkin bilimsel verilerle oluşturulmuş anlatımlar veya yazılı kaynaklar oldukça sınırlı. Önemli bölümü Alevi inancında olan bu bölgedeki Kürtlere ilişkin Kürtlerin genelinin ve bu bölgeli Kürtlerin kendilerinin kültürlerini yaşatma konusundaki ilgisizliği dikkat çekici...

Antep’te üniversite okurken, halk oyunları ekibinde yan yana oynadığımız kadın arkadaşın Tokat Turhallı bir Kürt olduğunu öğrendiğimde, ona karşı sempatim artmıştı. Yıllar sonra Almanya’da politik nedenden cezaevinde kalırken ise Yozgatlı bir Kürtle karşılaşmak bende oldukça ilginç duygulara yol açmıştı. Tavırları ve konuşma tarzı doğup büyüdüğüm yöre (Adıyaman, Maraş, Malatya, Antep) insanıyla aynı olan Hasan, Yozgatlı Alevi bir Kürt olduğunu söylediğinde şaşırmıştım. Sınırdışı edilmek için cezaevinde bekletilen Hasan, Yozgat’ta kendi köylerinin olduğu bölgede 40 dolayında Kürt Alevi köyünün olduğunu söylediğinde şaşkınlığım daha da artmıştı. Zira biz, Yozgat’ı küçüklüğümüzden beri, belki de MHP gibi aşırı sağ Türkçü bir partinin orada çok oy almasıyla bağlantılı olarak, ‘Türk milliyetçiliğinin kalesi‘ gibi algılar olmuştuk. Oradaki Kürtlerin varlığından ise haberimiz yoktu…
İç Anadolu Kürtleri denince, genelde Konya ve Ankara Kürtleri akla gelir. Bu konuda yazılıp çizilenler ağırlıklı olarak bu coğrafyaya konumlanmış Kürtlerin hikayelerini oluşturur. Tokat, Çorum, Amasya, Çankırı ve özellikle Yozgat’ta yüzyıllardır yerleşik yaşayan Kürtlere ilişkin bilimsel verilerle oluşturulmuş anlatımlar veya yazılı kaynaklar ise oldukça sınırlı. Önemli bölümü Alevi inancında olan bu bölgedeki Kürtlere ilişkin Kürtlerin genelinin ve bu bölgeli Kürtlerin kendilerinin kültürlerini yaşatma konusundaki ilgisizliği ise dikkat çekici.
İç Anadolu Kürtleri; Ankara (Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar), Konya (Kulu, Cihanbeyli, Yunak, Sarayönü), Kırşehir (Kaman, Çiçekdağı), Çankırı (Kızılırmak), Aksaray (Ortaköy, Eskil), Yozgat (Yerköy, Sorgun), Çorum, Amasya, Niğde ve Tokat’ta yaşamaktadırlar. Ankara’da 102, Konya’da 75, Kırşehirde 44, Aksaray’da 17, Yozgat-Tokat-Amasya civarında 41, Kayseri’de 23 ve Çankrı Kızılırmak’ta 26 olmak üzere yaklaşık 313 Kürt köyü mevcuttur.(Vikipedia)
Bu konuyla ilgili gerek internette gerekse de bölgeye ilişkin yazıp çizenlerden somut bir tablo oluşturacak yeterli bilgiye ulaşamadım. Ancak, Yahudi Yusuf’un acılı hikayesini dinlemem, beni, yeterli olmasa da bir köşeye kaydedilsin mahiyetindeki bu yazıyı yazmaya motive etti.
Almanya’nın Frankfurt kentinde yaşayan Kürt toplumunca emekdarlığıyla tanınan ve sevilen ‘Yahudi Yusuf’la 2017 Nisan ayının ortalarında bir etkinlikte karşılaştığımda oldukça üzgündü. Yıllardır Çorumlu bir Kürt diye bildiğim ama aslında Yozgatlı olan Yusuf, kardeşinin ölümünün etkisiyle yutkunarak konuşuyordu. Buğulanan gözleri çok şeyler ifade etse de, Yusuf’un dilinden dökülen sözler, ondaki derin acıyı ve duyguları ifade etmekte aciz kalıyordu. Kardeşi Sultan daha 15-16 yaşındayken kaçırıldığında, Yahudi Yusuf’un babası bir ata binip Üngür Dağı’na çıkarak dağın zirvesinde kendinden geçercesine kızının ismini haykırmış. Yusuf’un anlatımına göre, babası önce Zile ardından da Amasya ve Çorum’da izini sürdüğü kızını Ankara’da bulup kurtarmış. “Toplumumuzun geriliği işte!..“ diyerek iç çeken Yusuf, kardeşinin daha sonra yaşından oldukça büyük biriyle evlendirildiğini söylüyor. “Çok çekti ama hep bizim moral kaynağımızdı“ derken boğazı düğümleniyor ve dilinden bölük pörçük kelimeler dökülürken gözleri doluyor… 


Yozgat, Çorum, Tokat ve Amasya bölgesinde, özellikle Çekerek Irmağı’nın her iki yakasında yaşayan Kürtlerin genelde birbirlerini tanıdıklarını belirten Yahudi Yusuf, “Çekerek’teki Alevi Kürt köyleri ile Sorgun’daki Sünni Kürt köylerin genelde birbirlerine mesafeli idi. Ancak 7 Haziran 2015 seçimlerinde tüm Kürtler HDP için çalıştı, yani bizim orada Alevi ve Sünni Kürtleri HDP birleştirdi“ diyor.
Konya, Ankara ve Kırşehir Kürtleri Sünni Müslüman, Yozgat, Çorum, Tokat ve Amasya’da 40’tan fazla köyde yaşayan Kürtler ise bir kaç köy hariç ağırlıklı olarak Alevidir ve Kürtçenin Kurmancî lehçesini, özellikle de Maraş ağzı olarak tanımlanan ve Fırat nehrinin kuzey ve batı yakasındaki Kurmanc Kürtlerin konuştukları ağızı konuşurlar. Her iki kesim de Canbeglerden oluşur. İç Anadolu Alevi Kürtleri, Yozgat, Çorum ve Tokat sınırlarının kesiştiği bölgede Çekerek, Zile, Alaca ve Ortaköy ilçelerindeki 40’tan fazla köyde yaşar. (Ali Biçer, Bîrnebûn 1. Sayı, Zivistan 1997)
Çoğunluğu Şix Çoban Ocağı’na bağlı Kavili-Gavili aşiretine mensup Büyük Keşlik (Nesimi Keşlik), Bekaroğlu, Düdüklü, Soyucak, Kadıderesi, Mollahasan, Fındıklı, Mustafaçelebi, Kirazlıpınar (Haydutoğlu) Yaylacık (Göpsen), Şanlıosman (Kanlıosman), Değirmenönü (Dibareş), Koyunoğlu, Mazıbaşı, Kozulca, Çikhasan, Kuzkışla, Ağcasoku, Alaca İlçesine bağlı Haydar, Hüseyin Abad, Çorum merkeze bağlı Palabıyık, Ortaköy’e bağlı Kavakalan ve Sungurlu’ya bağlı Yeşilova (Büyükkızıl) köyleri, çoğunluğu Çorum sınırları içinde kalan Kürt Alevi – Kızılbaş köyleridir. (Mehmet Kabadayı, alevigazetecom.com, 22.04.2016)
Alevi inancına sahip bu Kürt toplulukların sözkonusu bölgeye ne zaman gelip yerleştiğine dair bir çok kaynaktan aktarılan bilgiler ise kesin verilere dayandırılamamaktadır.
İnternette ‘Yozgat Kürtleri‘ adı altında paylaşımı yapılan ancak aslında Adıyaman Besnili olan Êmê Xecê’nin “Li orta Gola Wanê rûniştîme, timê tîm e / Gogarçîneke qanatşikestî ji ref qetî me… (Van Gölü’nün ortasına orturmuşum ama hep susuzum / Sürüsünden kopmuş kanadı kırık bir güvercinim…) şiirinin binlerce kişi tarafından ilgiyle izlenip paylaşılması aslında Yozgat ve çevresinde Kürtlere ve Kürt kültürüne yönelik büyük bir ilginin varlığını gösteriyor. Ancak bu, sadece görüp veya duyup geçmek şeklindeki ilginin, bu kültürü kalıcılaştıracak kurumsal ilgi ve çabaya dönüşmesi gerekiyor…

Alevinet.com (10.09.17)

Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…

Tembûrvan ê êr û avê Cûdî Nemrûd… XELÎL DALKILIÇ Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê Nimêja û Pîroyê mîna...