Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…
XELÎL DALKILIÇ
Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê
Nimêja û Pîroyê mîna qîrîna banga jiyaneke nû bi coş û heybet berê xwe didin
Bestayê. Bestên li derdora bi dehan girên biçûk digerin û nola berxên ku bi
kêfxweşiyê hildipekin, ber bi dayikên xwe ve bazdidin û êrîşî guhanên wan
dikin, di dawiyê de digîhinin hev û dibin Hêzil. Hêzil paşê ava berfa Cûdî jî
bi xwe re bar dike û berê xwe dide Başûr. Di rawestgeha dawîn de jî xwe bi
dilaramiyê teslîmî himbêza Ava Mezin dike…
Li war û welatê Kurdan tim û tim ji xezeba hinekan hatiya
tirsîn, hinekan jî bi xezeba xwe tirs xistiye dilê her kesî. Yê ku însên ji
însên dîtî û jê kişandî, ji tu kes û ji tu tiştî nediye û nekişandiye. Demek
bûye ku xezebdaran însan avêtine nava êr, demeke din ew avêtine nava avê. Agir
û av; hebûna yekê/î tunebûna yê din e, gur û geşbûne yekê/î mirina yê din e.
Herdu him kaniya jiyanê û him jî sedemê mirinê ne. Însanên mezlûm û berstem
hêviya jiyan û aramiya xwe bi herduyan ve girêdane, xezebdar û zaliman ew bo
zilm û kuştinê bikaranîne. Ji Nemrûd û Nuhî vir ve rewş werg e; canên ku Nemrûd
ji bo kuştinê avêtiye êgir, av jê re bûye can û jiyan. Nûhî jî yên ku di avê de
bifetisiyana ji avê filitandiye!..
Ji ber wê ye ku li war û welatê Kurdan ar û av nayên
tirsandin, him wer tê bawerkirin ku ew tiştên pîroz in û têne evrîn him jî jê
tê tirsîn; rewşeke mîna hêviya di nav tirsê û tirsa di nav hêviyê de…
Him Nemrûd û him jî Nûhên van erdan qet kêm nebûne. Zalim û
qehreman; yek sedemê yê din e. Ne bila Nemrûd hebin ne jî pêwîstiya bi
qehremanan…
* * *
Di wan salên bi agir û ji agir ku Kurdan pê xwe ji qilêra
sedan salan pak dikir û hewil didan ku xwe bigihînin cewher û rastiya xwe de
Dogan li Dîlokê di zanîngehê de dixwend ku bibe endezyarekî. Dogan wek
kesayetekî ne radîkal bû û ji çalakiyên xwendekaran ên radîkal xwe dûr dihişt.
Ji wê bêtir bi kulturê re elaqedar bû. Hewldida ku baş li tembûrê bixe, lê tembûrvanekî
ne hosta bû. Wan çaxan kengê firsendek didît tembûra xwe hildianî dest û ew
strana ku nû pê hesiyayî dimirmirand:
"Çûçik çûye bin darê re
Silavek şandim ji yarê re..."
Wan salan tu ferq di navbera qîrîna marşekî şoreşgerî û
strîna straneke evînî ya bi Kurdî tune bû. Bi serê xwe strîna bi Kurdî
çalakiyeke şoreşgerî bû. Dogan jî şoreşgeriya xwe wer pêk dianî; li tembûrê
dixist û stranên Kurdî distrî. Ji ber elaqeya wî ya bi tembûrê re, hevalên wî
navê ‘tembûrvan‘ lê kiribûn û wek ‘Doganê tembûrvan‘ bang li wî dikirin. Wê
çaxê piraniya xwendekarên Kurd ên li zanîngehan kelecan û radîkal bûn û bi
hêsanî ‘şoreşgeri’ya tu kesî qebûl nedikirin. Kesên ku bi kultur, stran û
tembûrê re xwe mijûl dikirin bi hêsanî wek ‘şoreşger‘ nedihatin hesibandin û bi
‘tirşikçî‘tiyê dihatin bi nav kirin. Eger hestên Dogan û kesayetiya wî ya ji
hêla welatperweriyê de xurt nas nekiribana, Dogan jî wek ‘tirşikçî‘ wê bihata
binavkirin. Salên bi agir, salên ji agir…
* * *
Piştî çend salan, dîsa xwe berdabû nava kûrahiya bîranînên
jiyana xwe ya derbasbûyî. Nola ku ji nişkêve ji xewê hişyar be, bi xwe hesiya
ku di şevereşiyê de bi du hevalên xwe re dimeşe. Her sê hevalan jî dixwastin ku
beriya berbangê xwe bigîhinin şûneke ewle ku him westiya xwe hilînin û him jî
bikanin xwe veşêrin ku tu kes wan nebîne. Lê wê çaxê her sisêyan jî nedipan ku
ava berfa diheliya wê Ava Botanê ewqas bi coş û har bike.
A rast; çavên wan tam nebirî ku ew ê bikanin avê derbaskin.
Lê nedikanîn wer li keviya avê jî bimînin. Fikirîn, vir de wir de çûn û hatin û
biryara xwe dan; ji coşiya avê bitirsin jî neçar wê ser avê re derbasbin. Siftê
şûneke ku jê re derbaskin tespît kirin. Paşê kevirek bi şûtikekî ve girêdan û
ser avê re avêtin hêla din û bi darekê ve kirin. Ketin rêzê û yek li pey yekî bi şûtik ve girtin
û hêdî hêdî xwe berdan nava avê. Av ewqas bi coş bû ku ningên xwe hinekî zêde
rakin wê ber bi avê ve biketana û êdî zindî an miriyê wan li ku, rastî çi tê!..
Ji komê du kesên li pêş diçûn, bi zorê xwe gihandin hêla din. Lê Cûdî qasî wan
ne şansdar bû. Hên Cûdî xwe negihandibû qeraxa avê, şûtik ji darê filitî.
Hevalên wî du sê caran bedena wî ya ku ser avê ketî bibînin jî, paşê tenê li
dîmena ava har a şolî mêzekirin. Bi qîrîn û hawar li kêleka avê bazdan, vir de
wir de çûn, lê heta demek beriya berbangê ne kanîn bo Cûdî tiştekî bikin, ne jî
kanîn tiştekî jê bibînin. Cûdî li pêş çavên wan çû û çû…
Nedikanîn li wan deran bimînin. Diviyabû ku beriya berbangê
ji Ava Botanê dûr bikevin. Neçar wê biketana rêya xwe û biçûna. Wan jî wer kir…
Rewş an jî bûyereke ku mîna şans tê binavkirin car caran
rastî rêwiyên vê rêyê jî tê. Cûdî jî kesekî wer bi şans bûye ku ji singê wî
jortir serî û milekî wî bi darekê ve dibin û gewdeya wî di nava avê de wer bi
darê ve ase dimîne. Çend saet şûnde ser xwe ve tê, çavê xwe vedike ku di avê de
ye. Nêzî du sed metre jêrî şûna ku xwestibûn avê derbaskin, bi darekê ve wer
ase maye. Hewl dide û bi zor û zehmetiyê ji avê xwe dide qeraxê. Hevalên xwe
meraq kir, li wan geriya lê şopek ji wan nedî. Ji ber ku rêya ku biçûyana jî
nedizanî, dîsa ket rêya ku jê hatin û berê xwe dîsa da vegera ber bi Bestayê ve.
Rêya ku di rojekê de bimeşe, tî, birçî û bêhal di hefteyekê
de çû û xwe gihand hevalên xwe yên li Bestayê. Mîna çîroka Nûhî…
* * *
Çîrok ew e; ku Yezdan çel ro û çel şev baranê barandiye.
Heywan û zindiyên ku ji ber baranê rewş û îmkanên xwe yên jiyanê wenda kirine,
gişt hatine û xwe spartine cem Nûh. Nûhî jî ji her cûreyên wan heywanan yek mê
û yek jî nêr cotek hilaniye keştiya xwe. Paşê tofanê rû daye û seranserê cîhanê
di bin avê de maye. Keştî ya ku Nûh û zindiyên din têdeyî piştî şeş meh û heft
rojan li ser Çiyayê Cûdî dahatiye. Demek şûnde jî av vekişiyaye.
Welatê Kurdan him warê êr û him jî warê tofanan e…
* * *
Barana ku ji êvarê heta berbanga sibehê li Bestayê ya ku di nava
çiyayên bilind ên derdorê de mîna korta sêniyeke kûr e barî, ezman pîr û pak
kiribû; ezmanekî mîna deryayê. Rojê jî mîna firsendekî bibîne, hewldida ku hemû
ronî û germiya xwe bi Bestayê ve bide xwarin.
Gerokên çiyê di bin wê baranê de heta sibehê nikanîn
rakevin. Serê sibê yek ji wan bi zehmetekî giran rabû ser piyê. Hinekan bahsa
hatina komekê dikir. Dema xwe berda ser şiverêyê, bi koma dihate cem wan re rû
bi rû ma. Di demeke nedihate payîn de rasthatina mirovekî nas ji bo mirovên
çiyayî dilşadiyeke bêhempa ye…
Gava ji bo bixêrhatinkirinê destê xwe rahişt ê pêşiya komê,
çav di çavan de ase man. Dema ku destê xwe rahişt rêwiyê pey wî, çavê xwe ji
nişkeve dîsa vegerand ser ê pêşiyê. Bawer nekir, wer matmayî ma û li şûna xwe
cemidî. Erê ew hevalê wî Dogan bû. Di nava şoka şabûnê de qîrek da, go ‘Dogan!..‘.
Qet bawer nedikir ku ew ê rojekê Dogan li çiyê û di wê rewşê de bibîne. Dogan,
yanî ‘Doganê tembûrvan‘ ê Semsûrî, hevalê wî yê zanîngehê...
Doganî jî bi çavên xwe bawer nekir, ew jî wer şaş ma. Paşê ken
û qîrûbara şabûnê tevlî hev bû. Êndamên koma ku li pey Dogan ji ber vê
hengameyê wekî ku li ser şiverê ase man, ji ber ku pir westiyayî bûn, him
dikeniyan him jî digotin “de bes e heval, em pir westiya ne, hûnê paşê hevdu himbêz
bikin.“
Di wê kêliyê de Dogan li guhê hevalê xwe re got; “navê min ê
niha Cûdî ye; Cûdî Nemrûd.“ Him Cûdî him jî Nemrûd… Mîna av û êgir; jiyan û
mirin. Nemrûdê kujer û Cûdiyê jiyîner…
* * *
Cûdî beriya ku ji bo perwerdeya xwe ya zanîngehê ji Semsûrê
derkeve, carinan derdiket ser kelaya li navenda bajêr û li derdorê temaşe
dikir. Carinan biçûkbûna kelayê bala wî dikişand û ji xwe re wer digot; ku mîrê
ev kela daye çêkirin, herhal ji xezeba Nemrûd pir tirsiye û newêriye ku ji bo
xwe kelayeke hên mezintir bide çêkirin!..
* * *
Wer tê gotin; ku di çaxekî dîrokê yê ku tu kes nizane kengê
hatiye jiyîn de, Îbrahîm ji hêla Nemrûd ve tê avetin nava êr, ar vedikişe û li
navenda qadê ku bi pêt û alawên êr dagirtî ji nişke ve kaniyeke zelal peyda
dibe. Piştî daketina Îbrahîm, derdora kaniyê dibe keskahî. Îbrahîm jî tê li
kêleka kaniyê rûdine, zincîra ku pê ningên wî hatibû girêdan, bi xwe vedibe.
Nemrûdê ku li cihê herî bilind ê seraya xwe ev bûyer temaşe dikir, bala xwe
dide qadê bi agir dagirtî û çavên wî di nava êr de li Îbrahîm, li kaniyê û li
keskahiya peyda bûyî dikeve. Li hemberî tiştên dîtî li şûna xwe wer şaş dimîne.
Îbrahîm radibe, di nava êr de dimeşe. Lingê xwe pê li ku derê dike, li wir agir
vedimire û keskahî peyda dibe. Di wê kêliya ku Nemrûd li hember tiştên ku li
ber çavên wî çê dibin, bawer nake de pêşiyek ji pozê wî re dikeve seriyê wî.
Piştî demekê Nemrûd tehamûlî vizvizîna wê pêşiyê ya di seriyê wî de digere nake
û bi mîrkutekî li seriyê xwe dide xistin. Seriyê wî diperçiqe û Nemrûd dimire…
* * *
Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê
Nimêja û Pîroyê mîna qîrîna banga jiyaneke nû bi coş û heybet berê xwe didin
Bestayê. Bestên li derdora bi dehan girên biçûk digerin û nola berxên ku bi
kêfxweşiyê hildipekin, ber bi dayikên xwe ve bazdidin û êrîşî guhanên wan
dikin, di dawiyê de digîhinin hev û dibin Hêzil. Hêzil paşê ava berfa Cûdî jî
bi xwe re bar dike û berê xwe dide Başûr. Di rawestgeha dawîn de jî xwe bi
dilaramiyê teslîmî himbêza Ava Mezin dike…
* * *
Cûdî dîsa bi rê dikeve, berê xwe dide hêla bakur, Garisanê.
Ne xema agirê Roma Reş a zalim, ne jî xema tofana biharê pê re ye. Dilaram,
bêtirs, bêxem û bêdudilî... Xwe berdide newaya senfoniya wê kêliyê. Ezmanekî
pîr û pak ê ku temaşekirina wî meriv ji hemû xemên vê dinyayê dûr dixe, bi
dehan newayên çûçik distrên, sîvoriyên ji darekê xwe davêjin dara din, kûlîlk û
xonçeyên li baskên daran teqiyane, çîçekên rengînî yên ku mirov dema dimêşe dil
naçe pê lêke, mêşûmor û tava rojê ya ku vê rindî û xweşikahiyê dixemilîne…
Di vê atmosferê de, hestên wer li Cûdî peyda dibin ku baskên
wî hebûyana wê bifira. Dîsa ew stran a ku bi salane ku dimirmirî, li zimanê wî diqelive;
"Çûçik çûye bin darê re
Silavek şandim ji yarê re..."
Ji xwe re wer fikirî, ku tama jiyanê di kêliyan de ye. Tu
însan nikane jiyanê ji destpêkê heta dawiyê dilşa bijî. Ne ketina dûv kêliyên
xweşik ên di çax û demên berê de hatine jiyîn, ne jî bi payîna îxtîmalên
dilşabûnê yên siberojê, mirov wê bigihîje dilşadiyê. Jiyan û dilşadî tenê yê ku
mirov kêlî bi kêlî dijî û hewildan û têkoşîna bo gihîştina wê bi xwe ye. Ne kêm
ne jî zêde, ne xeyal û ne jî hêvî. Her tişt bi dijberê xwe heye û wateya xwe ji
dijberê xwe digire. Jiyan yekûna baş û nebaşiyê, êş û dilşadiyê ye. Nola hêviya
bi kelecanê tevlihev…
* * *
Lê kêlî, kêlî ye, ne mayînde ye. Heta çavgirtin û vekirinê,
heye û tune ye!
Xwezaya ku bi hemû hêz û enerjiya biharê li ser pê û zindî
ye, li kêliyê nape, har û gurr e. Ji her tiştî û ji her derê him jiyan û him jî
coş û hêrs bi hev re dipijiqe. Bi lîlava berfê û baran bi hev re bi heybet û bi
coş e. Ava Botanê tofanek e!..
Cûdî di nava wê xweşikahiyê
serxweş dibe û kontrola hişê xwe wenda dike. Bi hebûn û derûnî xwe wer berdide
nava xweşikahiya jiyan û xwezayê. Bi tama jiyanê û dilşadiyê dihese. Bi coşa
hundirê xwe dixwaze bifire.
Dema ku hate keviya ava har û gurr, hemû kontrola xwe wenda
dike. Bedena wî bi wî re, lê hestên wî bi rindî û xweşikahiya jiyan û xwezayê,
di lîstikekî bi coş de ye. Ava tofanî mîna porê periya avê, Naîadesê yê ber bi
bê ve ketibû li wî tê…
Ji bo derbasbûna avê hewildide, lê ahengê bedena xwe wenda
dike. Di nava çend saniyan de di nava avê de wenda dibe. Di kêliya ku tamê ji
jiyanê dike de dikeve himbêza mirinê. Mîna Siyabendê ku digihîje Xecê ya xwe;
di kêliya rasthatina wateya jiyanê de ji kendalan difire.
Û di himbêza Naîadesê de diherike û diçe…
* * *
Ê ku hate nava avê avêtin xwe di nava êr de dî, yê ku avê
himbêz kirî di êr de şewitî…
Vê carê Cûdî bi qasî Îbrahîm û Nûh şansdar nebû. Xwedayên ku
gihîştin hawara Îbrahîm û Nûhî û xwedayê avê Phorkys wê rojê li tu deran xuya
nebûn. Xwedayan gişt kor û ji hêzê qut bûn…
Menzîla ku bête gihîştin an agir an jî av bû. Ew ji van
herduyan netirsî, bi zanebûn û hişyar kete vê rê. Cûdî yê ku Ava Botanê himbêz
kir, Dîcleyê qult kir. Kesekî nedî; gelo periya avê Naîadesê bi destê wî de
girt û bi xwe re ber bi ezmên ve firiya û çû an na!?…
Tenê navê wî ma; Cûdî Nemrûd!
Him Cûdî him him Nemrûd; him tirs û him jî hêvî!...
Dilê mirov li mirovî dibe bar bi xwendina vê bîranînê. Rêz û hurmet ji qelema te ye bi jan re.
AntwortenLöschen