Mittwoch, 18. Juli 2018


Her kes û her tişt bêdeng û bêçare!..  / Çîrok




XELÎL DALKILIÇ

Hewa sar, her kes bêdeng û li şûna xwe hişk bûyî. Ti kes li rûyê kesekî mêze nake, naxwaze mêzeke. Ji rûyên ku ji ber sermaya zozanan sor bûyî heman wate xwe dide de; hêrs û bêçaretî…

Her kes bi derûnî ji her tiştên li derûdorê, ji cîhanê qut bûye. Her kes û her tiştî xwe berdaye nav notayên newaya senfoniya bêdengiyê. Ava ku diherike û di Kunavê de wenda dibe, kuç û kevir, her reng û cûre çîçek û kûlîlk û bayê ku bi ahengekê hemû giyayan şeh dike, ji bo ku dengê xwe dernêxin, di nava hewildaneke bêhempa de ne. Her kes û her tişt li şûna xwe şaş maye, bêdeng e û nalive…

Dengek vê senfoniyê, senfonîya bêdengiyê temam dike. Qêrînek a ku her kes û her tişt neçarî bala xwe dide wê; hevaal, hevaaal…

* * *

Şevreşiyek, çav çavan nabîne… Qasî deh metre li pêş, di bin zinarê mezin ê ku ji ber tava hîvê, mîna ku li ber ronahiya rojê siyê lê daye, tarî û şevreşî û qêrîna Seyîdxan. Bêdena wî xuya nake, lê dengê wî ruhî ji her kesî û ji her tiştî dikişîne. Ên ku dixwazin xemê jê birevînin, wî teselî bikin gişt li şûna xwe hişkbûyî û cemidî ne. Nizanin çi bêjin, nizanin çi bikin. Bi hevdu re hinek tiştan dibêjin, pilepil dikin, mirmirînin, lê tiştek ji gotinên wan nayê famkirin. Ti kes ti kesî fam nake. Gişt bi Seyîdxan re heman êşê dikişînin, xwe bi xwe dixwin lê nikanin êşa wî hinekî kêmtir bikin û jê re bibin derman. Tenê nûnînî, mirmirî, xemgînî û bêçaretî...

 Wê kêlikê xêlî û rûpiştên ku civakê li wan kirî, libat, rol û şêlên ji derûdorê hatine standin, gişt li ber bê û li ber qîrîna Seyîdxan dikevin, diçin û wenda dibin. Ew ên li wir gişt, li bin tava hîvê, li ber şevreşiya biniya zinarê li kêleka Kunavê bi dengê Seyîdxan tazî û rût, pîr û pak, tenê wek xwe ne. Seyîdxan ji hemû rûpiştiyan rizgarbûyî diqîre, ên derdorê gişt stûxwar, xemgîn û bêçare…

Li ser êvarê nikanîbû xwe ji helîkoptêra êrîşê ya ku agir jê dibariya veşêre. Roketa ku ji helîkoptêrê hate avêtin lingê wî yê çepê ji bedena wî qut kir. Heta ku şevereş bibe, helîkoptêrên êrîşê, esker û qoriciyên derûdor girtî vekêşin, Seyîdxan di bin wî kevirî de nelivî û ti kesî jî nekanî alîkariya wî bikira. Belkî jî nîvê xwîna canê wî herikîbû axê û ava Kunavê.

Qîrîna wî tenê gotinek bû; hevaaal, hevaal!..

Ne navê dê û bavê xwe anî serzimên, ne jî navê xwedê qîr da; xeynî kesên li cem wî ti kes û ti tişt nehat bîr û ser zimanê wî; tenê qîrînek; hevaaal, heval!... Xwe tenê spartibû himbêz û zenûniya wan a bêçare, çavên wan ên şil, dest û piyên wan ên bêliv. Bangek, bangeke wek gazinekê... Herkes bi qîrîna Seyîdxan a sîtemkar re veciniqî û lerizî. Her kesên li wê derê wekî ku di bin barekî pir giran ku her diçe girantir dibe de stûxwar û bêhal.

* * *

Di wê kêlikê de wî jî li hêla pêş a Kunavê hewil dida ku Seyîdxan bibîne. Ji ber ku di pevçûna ku piştî nîvro rû dabû de zindî mabû û Seyîdxanê li cem wî lingê xwe wenda kiribû. Ketibû psîkolojiya xwe sûcdarkirinê. Bêçaretiya li hember qîrîna Seyîdxan hên bêhtir ew diheland. Di bin tava hîvê ya ku hêstirên ji çavan dadiketin xwarê û li ser dêman dibiriqiyan de hişê wî hemû wateya jiyan û zindîmayîna xwe ji bîr kir, bû wek kesekî tikes. Bi hêrs çavên wî tijî bûn, hestên wî tevlîhev…

Çavên wî dîsa di siya tava hîvê, di nava qelebalixa dimirmirî de li bedena Seyîdxan geriya. Li şûna xwe hişk ma; ne dikanî derbasî hêla din a avê be, ne jî dikanî ji seremoniya ku bi qîrînekê her kes dimir, xwe dûr bixe. Bi her qîrînê re cirifî, veciniqî, heliya, mir û mir.

Di kêlika ku her kes û her tişt kerr û lal bû û bi çavan deng dikir de tenê ew qîrîn bilind dibû; hevaaal hevaal!..

* * *

Zozan sar in, şevên zozanan ji ber sermayê jahr in. Li wê sermayê bêliv û bê tevgerî êşkence û mirin e. Bi hestên tevlîhev, bêhn distand lê ji her kes û ji her tiştên derdorê, ji jiyan û cîhanê qûtbûyî, bêwate û bêliv li şûna xwe wer sekinî. Ne sermaya wek jahrê hîs dikir, ne jî gûvegûva bayê kûr. Bi hest, hîs û canê xwe wekî ku ketibû bedena Seyîdxan. Bi wî re diêşiya, germiya xwîna Seyîdxan a ku ji lingê wî yê ji biniya çokê ve qut bûyî diherikî, hemû bedena wî jî germ dikir. Li şûna xwe wer sekinî, nelivî; bêdeng, bêçare…

Hesret, şadî û êşên ew kesên li serê çiya û zozanan, li asoyên bêsînor ên ku erd û ezman digihîjin lê însan nagihîjin hev dimeşin sade, saf, bêderew û pîr û pak in; mîna çîroka Kurdan a resen… Heta vî serdem û çaxî nîvê jiyana Kurdan li zozanan derbas bûye, ji ber wê nîvê çîrokên Kurdî qala zozanan dikin. Tim û tim ji neyaran, ji derewkaran, ji talankeran xwe spartine zozanan, war û mekana herî nêzikî ezmên. Li zozanê însan xwe wer hîs dike; wekî ku destê xwe hinekî jor re dirêjke wê bigihîje ezmên, hinekî hewil bide wê bifire, mîna li Feraşînê…

* * *

Her tişt tê parvekirin, lê êş na, meriv bixwaze jî nikane. Êşkêş xwezayî, însanî, bêhesab tenê himbêzeke ku xwe bispêre; an dê, an bavê an jî ya hewreyê xwe digere; mîna qîrîn û sîtema Seyîdxan…

Heval were, heval here!.. Hezkirin, pesindayîn, hêvîkirin, hêrsbûyîn, sîtemkirin gişt ji wî an wê re. Dê û bav, xal û xaltî, met û ap, zarok û nêvî, bapîr û dapîrê Kurdan gişt bûn heval û hewrê, parçeyek ji kezebê û ji dil… Mîna hevaltiya Ehmedê panzdeh salî yê ku hemû malbata wî hatine kuştin û Dijwarê pêncîûheşt salî yê ku ji ber zilma neyar neçar mayê xwe spartiye himbêza çiya û zozanan; di sermaya zozanê di bin kêfiyekê de pişta xwe didin hevdu û bi parvekirina germiya bedenên xwe hevdu germ dikin…  Tê gotin ku însan dema tenê bi serê xwe dimîne dibe wekxwe an bixwe. Dost, ew kesên ku meriv li cem wan dikanin bixwe û tenê dimînin in. Heval û hewrêtiya Kurdan a nûjen jî werg e; jidil, bêhesab, sade, mîna ku însan bi serê xwe bi tenê be...

* * *

Û careke din qîrîna Seyîdxan a biêş; hevaal, heval!..

Wî bi xwe Seyîdxan zêde nas nedikir, meriv dikane bêje; qet nas nedikir. Rojek berê li ser Kunavê bi hev re bi qirşikan çayek kelandibûn. Piranî caran nebe jî, wê çaxê şekirê wan jî hebû û bi hev re kêyfa çaya bi şekir kiribûn. Di sohbeta çayê de pirsek tenê lê kiribû û gund û bajarê wî pirs kiribû; Seyîdxan gundiyekî Qilabanî…

Di wî sohbetî, di kêlika çayên şîrîn dihate vexwarin de ti kesî bêçaretî û bêwatemayîna niha hesab nedikir, ma çawa dikanîn rewşeke wisa hesab bikin!?.  Ma jiyan çi ye? Ne yekûn û tevhevê dem û kêlikan e; bi yên biêş û bi yên bêêş… Dema bêêş a do û ya biêş a niha; jiyan tenê ev e!..

Ji ber ku nedikanî piçek ji êşa Seyîdxan kêmtir bike, tiştek ji dest nedihat, qurufî, heliya. Ji êşa Seyîdxan xwe wek berpirsiyar didît, mîna her kesî, her hewrêyên li wir ên bêçare. Fikirî; her çiqas heta mêjiyê xwe mirov hîs bike jî, eger piçek ji êşa Seyîdxan nikane daxe, nikane vemirîne, wê çaxê hevaltî an hewrêtî çi ye? Bi rastî hevaltî çi ye!?.

* * *

Di wê demsalê, di dawiya wê havînê de, li bin wê tava hîvê, dema her kesî û her tiştî dengê xwe tevlî wê senfoniya bêdengiyê û bêçaretiyê kir, bayekî hênik ê ku giyayên ber bi hişkbûnê ve bûn şeh dikir û li rûyên ji ber sermayê sor bûyî dixist, li fîtikê jî neda, bêdeng derbas bû û çû. Ji ava Kunavê qet ti deng dernediket, di nava kuç û kevirên biçûk de bi şermokî û bi dizî diherikî. Hîvê mîna projektorekî bêruh li ezmên bala xwe daye jêr, bêwate û bêdil li bêçaretiya her kesî û her tiştî ya li hemberî wê qîrînê temaşe dikir. 

Her kes û her tişt bêdeng, her kes û her tişt bêçare. Li wir ti kesî û ti tiştî xeynî wê ahenga bêdengiyê û bêçaretiyê ti kes û ti tiştî din nefikirî. Her kes û her tişt ji jiyanê û ji cîhanê qut bû. Seyîdxan jî…

Ne diya wî, ne bavê wî ne jî xwedayê wî hate bîra wî. Her kesî li Seyîdxan mêze kir, Seyîdxan jî tenê navê wan bang kir; beriya ku ruhê wî mîna kevokeke spî li wê bêdengî û bêçaretiya li Kunavê mêzekir û hêdî hêdî ber bi ezmên ve difiriya û diçû; hevaall, hevaal…

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Tembûrvanê êr û avê Cûdî Nemrûd…

Tembûrvan ê êr û avê Cûdî Nemrûd… XELÎL DALKILIÇ Dema biharê lîlavên berfa Herekolê, Katoyan, Kela Memê, Çelê Nimêja û Pîroyê mîna...