Her kes û her tişt bêdeng û bêçare!.. / Çîrok
XELÎL
DALKILIÇ
Hewa sar, her kes bêdeng û li şûna xwe hişk bûyî. Ti kes li rûyê
kesekî mêze nake, naxwaze mêzeke. Ji rûyên ku ji ber sermaya zozanan sor bûyî
heman wate xwe dide de; hêrs û bêçaretî…
Her kes bi derûnî ji her tiştên li derûdorê, ji cîhanê qut bûye. Her
kes û her tiştî xwe berdaye nav notayên newaya senfoniya bêdengiyê. Ava ku
diherike û di Kunavê de wenda dibe, kuç û kevir, her reng û cûre çîçek û kûlîlk
û bayê ku bi ahengekê hemû
giyayan şeh dike, ji bo ku dengê xwe dernêxin, di nava hewildaneke bêhempa de
ne. Her kes û her tişt li şûna xwe şaş maye, bêdeng e û nalive…
Dengek vê senfoniyê, senfonîya bêdengiyê temam dike. Qêrînek a ku her
kes û her tişt neçarî bala xwe dide wê; hevaal, hevaaal…
* * *
Şevreşiyek, çav çavan nabîne… Qasî deh metre li pêş, di bin zinarê
mezin ê ku ji ber tava hîvê, mîna ku li ber ronahiya rojê siyê lê daye, tarî û
şevreşî û qêrîna Seyîdxan. Bêdena wî xuya nake, lê dengê wî ruhî ji her kesî û
ji her tiştî dikişîne. Ên ku dixwazin xemê jê birevînin, wî teselî bikin gişt
li şûna xwe hişkbûyî û cemidî ne. Nizanin çi bêjin, nizanin çi bikin. Bi hevdu
re hinek tiştan dibêjin, pilepil dikin, mirmirînin, lê tiştek ji gotinên wan
nayê famkirin. Ti kes ti kesî fam nake. Gişt bi Seyîdxan re heman êşê
dikişînin, xwe bi xwe dixwin lê nikanin êşa wî hinekî kêmtir bikin û jê re
bibin derman. Tenê nûnînî, mirmirî, xemgînî û bêçaretî...
Wê kêlikê xêlî û rûpiştên ku
civakê li wan kirî, libat, rol û şêlên ji derûdorê hatine standin, gişt li ber
bê û li ber qîrîna Seyîdxan dikevin, diçin û wenda dibin. Ew ên li wir gişt, li
bin tava hîvê, li ber şevreşiya biniya zinarê li kêleka Kunavê bi dengê
Seyîdxan tazî û rût, pîr û pak, tenê wek xwe ne. Seyîdxan ji hemû rûpiştiyan
rizgarbûyî diqîre, ên derdorê gişt stûxwar, xemgîn û bêçare…
Li ser êvarê nikanîbû xwe ji helîkoptêra êrîşê ya ku agir jê dibariya
veşêre. Roketa ku ji helîkoptêrê hate avêtin lingê wî yê çepê ji bedena wî qut
kir. Heta ku şevereş bibe, helîkoptêrên êrîşê, esker û qoriciyên derûdor girtî
vekêşin, Seyîdxan di bin wî kevirî de nelivî û ti kesî jî nekanî alîkariya wî
bikira. Belkî jî nîvê xwîna canê wî herikîbû axê û ava Kunavê.
Qîrîna wî tenê gotinek bû; hevaaal, hevaal!..
Ne navê dê û bavê xwe anî serzimên, ne jî navê xwedê qîr da; xeynî
kesên li cem wî ti kes û ti tişt nehat bîr û ser zimanê wî; tenê qîrînek;
hevaaal, heval!... Xwe tenê spartibû himbêz û zenûniya wan a bêçare, çavên wan
ên şil, dest û piyên wan ên bêliv. Bangek, bangeke wek gazinekê... Herkes bi
qîrîna Seyîdxan a sîtemkar re veciniqî û lerizî. Her kesên li wê derê wekî ku
di bin barekî pir giran ku her diçe girantir dibe de stûxwar û bêhal.
* * *
Di wê kêlikê de wî jî li hêla pêş a Kunavê hewil dida ku Seyîdxan
bibîne. Ji ber ku di pevçûna ku piştî nîvro rû dabû de zindî mabû û Seyîdxanê
li cem wî lingê xwe wenda kiribû. Ketibû psîkolojiya xwe sûcdarkirinê.
Bêçaretiya li hember qîrîna Seyîdxan hên bêhtir ew diheland. Di bin tava hîvê
ya ku hêstirên ji çavan dadiketin xwarê û li ser dêman dibiriqiyan de hişê wî
hemû wateya jiyan û zindîmayîna xwe ji bîr kir, bû wek kesekî tikes. Bi hêrs
çavên wî tijî bûn, hestên wî tevlîhev…
Çavên wî dîsa di siya tava hîvê, di nava qelebalixa dimirmirî de li bedena
Seyîdxan geriya. Li şûna xwe hişk ma; ne dikanî derbasî hêla din a avê be, ne
jî dikanî ji seremoniya ku bi qîrînekê her kes dimir, xwe dûr bixe. Bi her
qîrînê re cirifî, veciniqî, heliya, mir û mir.
Di kêlika ku her kes û her tişt kerr û lal bû û bi çavan deng dikir de
tenê ew qîrîn bilind dibû; hevaaal hevaal!..
* * *
Zozan sar in, şevên zozanan ji ber sermayê jahr in. Li wê sermayê
bêliv û bê tevgerî êşkence û mirin e. Bi hestên tevlîhev, bêhn distand lê ji
her kes û ji her tiştên derdorê, ji jiyan û cîhanê qûtbûyî, bêwate û bêliv li
şûna xwe wer sekinî. Ne sermaya wek jahrê hîs dikir, ne jî gûvegûva bayê kûr.
Bi hest, hîs û canê xwe wekî ku ketibû bedena Seyîdxan. Bi wî re diêşiya,
germiya xwîna Seyîdxan a ku ji lingê wî yê ji biniya çokê ve qut bûyî diherikî,
hemû bedena wî jî germ dikir. Li şûna xwe wer sekinî, nelivî; bêdeng, bêçare…
Hesret, şadî û êşên ew kesên li serê çiya û zozanan, li asoyên bêsînor
ên ku erd û ezman digihîjin lê însan nagihîjin hev dimeşin sade, saf, bêderew û
pîr û pak in; mîna çîroka Kurdan a resen… Heta vî serdem û çaxî nîvê jiyana
Kurdan li zozanan derbas bûye, ji ber wê nîvê çîrokên Kurdî qala zozanan dikin.
Tim û tim ji neyaran, ji derewkaran, ji talankeran xwe spartine zozanan, war û
mekana herî nêzikî ezmên. Li zozanê însan xwe wer hîs dike; wekî ku destê xwe
hinekî jor re dirêjke wê bigihîje ezmên, hinekî hewil bide wê bifire, mîna li
Feraşînê…
* * *
Her tişt tê parvekirin, lê êş na, meriv bixwaze jî nikane. Êşkêş
xwezayî, însanî, bêhesab tenê himbêzeke ku xwe bispêre; an dê, an bavê an jî ya
hewreyê xwe digere; mîna qîrîn û sîtema Seyîdxan…
Heval were, heval here!.. Hezkirin, pesindayîn, hêvîkirin, hêrsbûyîn,
sîtemkirin gişt ji wî an wê re. Dê û bav, xal û xaltî, met û ap, zarok û nêvî,
bapîr û dapîrê Kurdan gişt bûn heval û hewrê, parçeyek ji kezebê û ji dil… Mîna
hevaltiya Ehmedê panzdeh salî yê ku hemû malbata wî hatine kuştin û Dijwarê
pêncîûheşt salî yê ku ji ber zilma neyar neçar mayê xwe spartiye himbêza çiya û
zozanan; di sermaya zozanê di bin kêfiyekê de pişta xwe didin hevdu û bi
parvekirina germiya bedenên xwe hevdu germ dikin… Tê gotin ku însan dema tenê bi serê xwe dimîne
dibe wekxwe an bixwe. Dost, ew kesên ku meriv li cem wan dikanin bixwe û tenê
dimînin in. Heval û hewrêtiya Kurdan a nûjen jî werg e; jidil, bêhesab, sade,
mîna ku însan bi serê xwe bi tenê be...
* * *
Û careke din qîrîna Seyîdxan a biêş; hevaal, heval!..
Wî bi xwe Seyîdxan zêde nas nedikir, meriv dikane bêje; qet nas nedikir.
Rojek berê li ser Kunavê bi hev re bi qirşikan çayek kelandibûn. Piranî caran
nebe jî, wê çaxê şekirê wan jî hebû û bi hev re kêyfa çaya bi şekir kiribûn. Di
sohbeta çayê de pirsek tenê lê kiribû û gund û bajarê wî pirs kiribû; Seyîdxan
gundiyekî Qilabanî…
Di wî sohbetî, di kêlika çayên şîrîn dihate vexwarin de ti kesî
bêçaretî û bêwatemayîna niha hesab nedikir, ma çawa dikanîn rewşeke wisa hesab
bikin!?. Ma jiyan çi ye? Ne yekûn û
tevhevê dem û kêlikan e; bi yên biêş û bi yên bêêş… Dema bêêş a do û ya biêş a niha;
jiyan tenê ev e!..
Ji ber ku nedikanî piçek ji êşa Seyîdxan kêmtir bike, tiştek ji dest
nedihat, qurufî, heliya. Ji êşa Seyîdxan xwe wek berpirsiyar didît, mîna her
kesî, her hewrêyên li wir ên bêçare. Fikirî; her çiqas heta mêjiyê xwe mirov
hîs bike jî, eger piçek ji êşa Seyîdxan nikane daxe, nikane vemirîne, wê çaxê
hevaltî an hewrêtî çi ye? Bi rastî hevaltî çi ye!?.
* * *
Di wê demsalê, di dawiya wê havînê de, li bin wê tava hîvê, dema her
kesî û her tiştî dengê xwe tevlî wê senfoniya bêdengiyê û bêçaretiyê kir,
bayekî hênik ê ku giyayên ber bi hişkbûnê ve bûn şeh dikir û li rûyên ji ber
sermayê sor bûyî dixist, li fîtikê jî neda, bêdeng derbas bû û çû. Ji ava
Kunavê qet ti deng dernediket, di nava kuç û kevirên biçûk de bi şermokî û bi
dizî diherikî. Hîvê mîna projektorekî bêruh li ezmên bala xwe daye jêr, bêwate
û bêdil li bêçaretiya her kesî û her tiştî ya li hemberî wê qîrînê temaşe
dikir.
Her kes û her tişt bêdeng, her kes û her tişt bêçare. Li wir ti kesî û
ti tiştî xeynî wê ahenga bêdengiyê û bêçaretiyê ti kes û ti tiştî din nefikirî.
Her kes û her tişt ji jiyanê û ji cîhanê qut bû. Seyîdxan jî…
Ne diya wî, ne bavê wî ne jî xwedayê wî hate bîra wî. Her kesî li
Seyîdxan mêze kir, Seyîdxan jî tenê navê wan bang kir; beriya ku ruhê wî mîna
kevokeke spî li wê bêdengî û bêçaretiya li Kunavê mêzekir û hêdî hêdî ber bi
ezmên ve difiriya û diçû; hevaall, hevaal…